8 Haziran 2018 Cuma

LEFKOŞA | Çend Çavdêrîyên Çûçik

Reşikên Lefkoşa
Servîskirin
*Li bajêr piranîya wan xwendekar bi hezaran reşik hene. Meriv gava xwe li servîsê dike dibêje qey ez î li welatekî Afrîqayê me.

*Bi qasî reşikan, bi hezaran Kurdên hiqûq, hekîmî, mamostetî û mîmarîyê dixwînin jî dimînin li Lefkoşayê.

*Di trafîkê de rêz û hurmeteke xweşik heye, dengê korneyan zû bi zû nayê bihîstin û rê, berî siwaran tim ya peyayan e. 

*Rê û erebe li ser piyê çepê diçe û çend sed metroyan carê çemberên xaçerêyan hatine danîn.

*Şofêrên jin bi qasî ku bala meriv bikişînin zêde ne.

*Meyla hin niştecihên Qibrisê ser çepgiriyê ye û ji hikûmeta Tirkîyê û tilîya wê ya li welatê wan hez nakin.

*Li bajêr bi dehan navendên qumarê hene. Jiber ku çay û qehweyê belaş didin, hin xwendevan dawîya hefteyê li van navendan wexta xwe derbaz dikin û pereyên xwe diavêjin ber şansê xwe; yên heqê mektebê têde derdane ne hindik in. Li gor nivîsa li ser van navendan, kesên ji 21 salî biçûktir nikarin van cîhên qumarê kevin. 

*Mîna gelek bajaran, li Lefkoşayê jî bajarê kevn û bajarê nû heye. Li bajarê kevn atmosfera cîranîyê û mehleyan hatiye parastin, lê li bajarê nû ji betonê bêhtir tiştek tune.

*Zarok pir li ber çavên meriv nakevin, bes çend deqîqeyan carê meriv jin û mêrên bi kûçik û pisîk dibîne.

*Ger erebeya meriv tune be yan meriv bi kirê negire yekê, gera li nêv bajêr jiber ku dolmiş tune ne çetin e. Servîsên zanîngehê belaş in, bes tim tije ne û xwendekar pêlî serî hev dikin bo ji servîsê nemînin.

*Li sînorê Lefkoşayê, Nicosia heye. Bi qasî ku ji têlan xuya dike, ji Lefkokaşyê paktir e.

*Niştecihên Lefkoşayê bo sohbetê şên î şorxweş in: A min, carê min bi silaveke tesadufî du karbidestên Wezareta Navxweyî ya Qibrisê nas kirin, carê jî heykeltiraşa jin ya pêşî ya Qibrisa Bakur Zehra Şonya.

Fotograf
Derî û Serî
Çepilo
Çepilo
Zehra Şonya
Zehra Şonya
Bahis
Bes Betting
Lefkoşa
Nicosia

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails