12 Haziran 2018 Salı

Rêka Hevokan

Rêka Dostan
newayek
*Ayfer Düzdaşê ji Xoresanê heta Çorimê newayên Kurdên Elewî top kirine û gotine. Albumeke pir xweş bû, min bi taybetî ji ''Rêka Dostan'' pir hez kir û bi dehan caran guhdar kir.

*Li kafeyeke Lefkoşayê çay îkram bû, lê av bi pereyan bû. Meriv di nav avê de be û avê ne lê çayê îkram bike; elel ecêb.

*Dixwazim hinek kitêbên xweşik bixwînim vê havînê; divê kitêbên derbekê bin.
 

*Meriv di nivîsan de hin caran xwe bi xwe ye, hin caran yekî din, rêjeyeke zelal tine, kes nizane kî kî ye.

*Kesên ti eleqeya wan bi Îslamê re tune, bo di cîhekî ku têde çend quriş hene kevin, di şevên bimbarek de û her În mesajan dişînin ji hemî navên di rêberên wan de ne. Ez jî yek ji wan navan im û mexdûr im.

*Car caran dixwazim tenê fotografan bikşînim û qet nenivîsim û qet neaxifim. Fotograf fikreke pir balkêş e û bi min bo fehmkirina wê hîn sedsalên din lazim in. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails