23 Haziran 2018 Cumartesi

Saadet û Beyraqa Tayyîp

Partîya Saadetê
Riha - Hezîran 2018
Dengekî hilkehilk pêketî, bi ''abê abê abê''yeke ku tam jê fehm nedibû ''abê'' ye dabû dû min dihat.

Fertilîm, min nihêrî zarokekî spastîk î tîşortzer, ku flamaya Partîya Saadetê di destan de bû, dixwest ez fotografeke wî bigirim.

Min fotograf girt, raberê kir û ez diçûm ku careke din bû ''abê abê abê''ya wî. Îcar jî dixwest ez fotografa wî û hevalê wî tev bigirim.

Gava min pêlî deklanşorê kir, dengê jinekê bi Kurmancî dihat: ''Ew ne beyraqa Tayyîp e, ne beyraqa Tayyîp e'' 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails