2 Temmuz 2018 Pazartesi

Çarşema Penaber

Êzîdî
Dîyarbekir - 2016
Di sala 2014'an de gava DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girt, hin Êzîdîyên xwe xelas kirin berê xwe dan bajarên Kurdan yên li Tirkîyê.

Dîyarbekir yek ji wan bajaran bû; bi qasî 7000 Êzîdî hatin wî bajarî lê pirekê wan ji wir çûn bajarên Ewrupayê û hin jî dîsa vegerîyan herêma Şengalê.

Di sala 2016'an de derdora 1200 kes li Kampa Fidanlıkê diman. Şaredarîya Dîyarbekirê û sazîyên sîvîl piştgirîya kampê dikirin; heta ku qeyûm hat dest danî ser şaredarîyan û kamp jî da vala kirin.

Di Nîsana 2016'an de, ez bi hevalên xwe yên rojnamevan re bo girtina fotografên pîrozbahîyên Çarşema Sor çûme kampê.

Pêşengên Êzîdîyan pêrgînîya me kameralîyan hatin û em birin çadirekê.

Gava min pêlî deklanşorê kir, xwedîyê îkramê dida zanîn ku îmkanên wan di vê pîrozbahîyê de ancax ewqas in û dixwest ku em li ''qusira wan nemeyzînin''

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails