5 Temmuz 2018 Perşembe

Doza Dewên Berê

Rihan
Anıtpark - Tîrmeh 2018
Nebûna kubar û kebanîyan, keyandina dêw kir tiştekî pir zehmet û pê re pê re dewên hazir, bêyî ku li qêpi xînin û xwedîyê malê pê bihisînin, hatin ser sifreyên sor. 

Di şîn û şahîyan de, sifre ji vî serî heta wî serî bi qedehên plastîk î çûk ên Sütaşan, ku ne du gulp bûn jî, hatin dagirtin. Axaler û beglerên ku nandar bûn qaşo, dewekî têra ribdevekî didan û xwestina qedeheke din, ji eybên dewranê dihesibandin.

Loma, simbêlboqekî her cara ku ji sifreyê vedikişîya û devê xwe bi destê xwe pak dikir û digo ''Berê dewê meşkan hebû, wiqas xweş bû wiqas xweş bû ku mar û mişkan jî dixwest vexwara..''

Gava min pêlî deklanşorê kir, dinê li Dîyarbekirê disincîrî û dewekî qerimî yî şor î bi nane û rihan û xîyar, li benda gotina min a bi keser bû: ''Çûûûûû, a berê çû, de tu jî mede dû..''

5 yorum:

  1. Kalikê min ê xwedansêjin jî di wextê te weha gotiye, piştî vexwarina dewê kiyayî yê meşkên berferêt ên çermqalind "Tamar bi hezar be.''

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Wellllllêêêêêê, hezar çûûûû, tamar par bi par..

      Sil
    2. Niha ne tamar maye û ne jî jinên wê çerxê û ne mih ne jî meşk...

      Sil
  2. Gerek meriv heqîqeteke din jî lê zêde bike: Mêrên berê jî nemane.

    YanıtlaSil
  3. Bêşik. Baş e ko te bi bîra min xist. Helbet ew mêrên berê jî nîn in, mîna gelek tiştên berê...

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails