18 Ağustos 2019 Pazar

FOTONIVÎSK - Belkî Rê

*Otostopçî dixwazin bi şofêr re fotografekî bîranîna rê bigirin. Belkî ew careke din li hev rast neyên jî qet, fotograf wan li cem hev dihêle.

*Dixwazim li hemî bajar û bajarokên bakurê welêt fotografan bigirim. Divê ez nexşeyê bidim ber xwe û xwe bidim rê.

*Gava li fotografan dinêrim wan dixwînim. Ew hevokên bêpeyv, bêherf xwendinê çi zor dikin!

*Di karta min de hinek fotografên ku xwarziyê min girtine hene. Wan jê nabim, dibêm ''Belkî pê lazim bibe'' û diavêjim harddîska xwe. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder