18 Kasım 2019 Pazartesi

FOTONIVÎSK - Kovar û Ajans

*Hejmara nû ya TIME bi fotografên Moises Saman bal kişandiye ser rewşa Kurdên Sûrîyê. Li vê malperê binêre, li wê malperê binêre, min dereke ku wê kovarê li Tirkîyê difiroşe nedît.

*Moises Saman bi sebir û sakînbûna xwe di bîra min de maye. Ez û wî, di sala 2016an de bo NewYorkTimesê ji Sûrê heta Sîlopyayê tev xebitîbûn. Em li Nisêbînê hatibûn desteser kirin û me xwe erzan xelas kiribû.

*Makîneya min a Sony ket bîra min. Min ferq kir ku min bêrîyê kiriye.

*Yek ji karên herî zehmet yên flashhilatê danûstandina di mailê de ye. Di civata me de pirs û bersivên bi kultura mailê tune. Yekî fotografê acizîya min a jiber vê yekê bigirta.

*Li Îranê protestoyên jiber buhabûna benzînê dewam dikin. Jixwe ji Îranê kêm fotograf diketin ajansan. Rejîma Îranê jiber ku vê carê înternet jî girtiye hejmara fotografên gêhiştine ajansên navneteweyî dehan derbaz nakin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder