19 Ocak 2020 Pazar

FOTONIVÎSK - Çend Eynik

*Mirinê difikirim; ez nizanim hîn çend fotografên min mane li vê dinê, ezê çend carên din pêlî deklanşorê kim.

*Bi xêra bûkbûna keça meta min, fîlma min a pêşî ya makîneya min a analog qedîya îro. Gava bûk ji mala bavê xwe derdiket, min çend fotograf girtin û min hew dît numaratora li ser makîneyê 36 derbaz kiriye, bûye 38. Li gor teknîka makîneya analog be, her du fotografên dawî nehatine girtin yanî, û bê şallê fîlm neşewitibe.

*Bo flashhilatê demekê min digot bira fanzîn bigêhîne ber destê bi hezaran kesan. Armanceke dûrî aqilan bû bêguman. Yên bi Kurmancî dixwînin û yên çi pratîk çi teorî bala wan li ser hunera fotografîyê ne, bi ser hev dî û çar kesan jî lê zêde bikî, çend kes in ku..

*Fikrek bû: Gerek min tam salekê rûyê xwe tew nedîya ji ti eynikan û ez wer bi tevdîr bigerîyama û neketema ti fotografan.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder