31 Mart 2020 Salı

FOTONIVÎSK - Coronahilat

*Hejmara Nîsanê ya flashhilatê wê jiber vîrusa korona bi navê ''coronahilat'' derkeve. Di Cotmeha 2019an de jî flashhilat jiber şerê di navbera hêzên Kurdan û Tirkan de bi navê ''flashava'' derketibû.

*Min çend royan li ser fotografîyê baş xwend lê ew çend saetên dawî xwendin bûye karekî giran li ber çavên min.

*Li ber eynikê sekinîbûm û piştî rojên eskerîyê cara pêşî dîsa bi xwe traş dibûm. Ji nişka ve, belkî bi tesîra acizîya jiber korona be, min got bila rûyê min biguhere û min simbêl berdan. Bavê min ku çito ez dîtim go ''Wanî fotografeke xwe bigire.'' Ez di fotografên bi simbêl de mîna mêrekî minasib im sankî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönderme