Veger û Destpêka Fotografîk
Diyarbekir, 2018 Piştî çûnûhatineka ji acizîyê Perxudres nêzîkî 400 nivîsên ji 2015an vir ve hatine weşandin ji blogê rakirin û jinûve dest bi nivîsînê kir. Dibe ku şik û şubheyên blogerên din hebin, lê Perxudres ji xwe bawer e ku wî di blogerîya Kurmancî de, di demeke kin de deng vedaye û kiriye ku rê li ber gelek blogên çak û çeleng vebe. Perxudres ji hinek nîqaşên dubare-dehbare yên di edebîyata Kurmancî de - ku gelek caran ji nivîsîna şêweyên peyvan wêde naçin û ji reşbelekên rexneyan zêdetir, yan tenê reşkirin in yan jî tenê xweşkirin in - pir bi gazinc e; loma ew çito ku xwe dûrî siyaseta Kurdan dide, êdî bi qasî ji dest tê xwe dûrî edebîyata Kurdî jî dide. De Perxudres zane ku heyat bê heyecan nabe û gola ku naçelqe genî û gemarî dibe. Ewê êdî bi jêwergirtin û wergeran, bi notên hema çawalêhato, bi çîroka girtina wêneyan, zêdetir li ser fotografan bisekine. Yanî ew der wê êdî pirtir mîna deftereka fotografîk be. Edebîyata ku Perxudres demeke dirêj dil dabûyê, ew anî ...