Kayıtlar

Mikail Aslan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ronakpak, Meyroya Girê Sîra, Tirsa Spotifyê û Dîwana Umer Barasi

Resim
Ji arşîveka dîjîtal li Serxwebûnê dinêrim; hejmara 1ê ya serê sala 1982yan derketiye. Vê Serxwebûna bi Tirkî ya salên pêşî yên PKKê di vê hejmara 20 sahîfeyî da sahîfek bi Kurmancî hazir kiriye.   Di vê sahîfeya Kurmancî da Serxwebûna sala 1982yan radigihîne ku bi qasî 250 ronakpakên PKKê hene. ‘‘Ronakpak’’; li kêleka peyvê bi parantezê hatiye gotin ku mehneya wê ‘‘şehîd’’ e, ronakpak.   Ez pir dibînim ku li şûna ‘‘şehîd’’ê hinek kes dibêjin ‘‘pakrewan’’, lê ez jibo ‘‘şehîd’’ê li ‘‘ronakpak’’ê rast nehatibûm berê. ’’Şehîd’’, bi mehneya fedaîyê dînê Îslamê di nêv milet da bû ya rast, bes li Tirkîyê dûra him bo eskerên Tirk hate gotin him bo gerîlayên PKKê ku wan bi qasî 50 salan xwîn ji hevdu rijandin.  Tê bîra min, salên xortanîyê min li Sirûcê ‘‘şehitler ölmez’’a bi Tirkî jî dibihîst, bi eynî mehneyê ‘‘şehîd namirin’’a bi Kurmancî jî.   ’’Şehitler ölmez’’ dema cinaze bi beyraqa sor û sipî bû û esker bû dihat gotin, ‘‘şehîd namirin’’ dema cinaze bi kesk û sor û zeran...