Mektûba Guhdar Î: Sandiqa Dapîra Min
Rehmetîya dapîra min ji zikê xwe pir hez dikir. Ji bo vê jî di sandiqa wê da şekirê ziyaretan, gûz, mewîc, bastiq, loqim, biskuvî û qax hebûn, heta carna cîps jî. Sandiqa bêkilît wexta dapîra min diçû cîhekî, bo min, xwanga min û birê min, dibû dikaneka şekiran, dikaneka bêxwedî. Gava me sandiq vedikir bîna naftalînê jê difiriya û bi me pir şîrin dihat. Bîn dihat, bîn dihat lê bidestxistina wan tamuşkan çetin bû. Ji ber ku sandiq bê kilît bû dapîra min boxçeyên xwe hişk girêdidan û me jî ew bi didanan vedikirin. Boxçeya çitan, boxçeya lîf û patikan, a qumaşan û ya secdeyan. Mewîc di boxçeya secdeyan da bûn, gûz di ya çîtikan da û şekir di ya lîf û patikan da. Boxçeyek jî.. Me dest nedida wê boxçeyê. Dapîra min digo boxçeya kefenê min e û carê li cem me vekiribû. Du metre cawê sipî, hîzareyek, lîfek û du qalib sabûn têda bûn. Xof dikir dilê min î zarok wê boxçeyê. Piştî dapîra min berî mirinê ket ber destan, mala wê bela bû û bîna naftalînê jî ji sandiqê çû. Ji boxçeyan, tenê a bi kefen...