Koma Amedê Newroza Biharê Anî Payîzê
Koma Amedê 25ê meha 10an, 2025, li Diyarbekir konseraka tarîxî da. Ez jî jibo çavnêrînan bikim, li meydana konserê, li Parka Newrozê hazir bûm. Konsera ku wexta wê êvar û şev bû, bi ketina tarîyê ra zemîn çêkir ku Koma Amed bi mecazê, bi stranên xwe agirekî gur vêxwîne, bi ronahîya wî agirî tali li tarîyê bîne û Newrozê ji biharê bişemitîne payîzê. Belkî nîvê pir ji bajarên din bi deh hezaran însan hatibûn jibo konsera Koma Amedê top bûbûn ku koma di payîza heyata xwe da, nû, cara pêşî ewqas heyran li cîhekî didî û xwe li serê destpêka heyata xwe, li bihareka bi gul û kulîlk hîs dikir. Berî konser destpê bike ji Şivan Perwer heta Hozan Şemdîn û Xelîl Xemgîn gelek sazbendan ji ekranên mezin mesajên xwe gotin. Hinek mesaj pir dirêj bûn, gerek sazbend kin bibirin. Ji girtîyên sîyasî, mesaja Adnan Selçuk Mızraklı bi Tirkî mesajeka zimanedebî bû û tesîr li heyranan kir. Mesaja Selahattin Demirtaş, tevî ku heyranên wî û çepikên wî zêde bûn jî jiber ku ew bi Kurdî bû û...