Kayıtlar

Simko Gerok etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Xwendin û Analog-Dîjîtala Havîna Sala 2025an

Resim
Havîn 2025. Bi guhdarên sadiq û samîmî, bi yardimên destekçîyên dilsoz, bi mektûbên ser heyatê, bi notên kultûr, sanat û edebîyatê, bi edîtorîya Omer Faruk Baran dewam dike Perxudres Podcast.  *** Simko Gerokê li welatên Latîn Amerîkayê digere Agustosa 2025an ji Perxudres Podcastê ra ser kuştina jinên Meksîko mektûbek şand.  Di mektûbê da Simko ji zar û zimanê dostê xwe Sahaf Palo dibêje “Li dinê mazlumên tewr mazlum jin in.” Dema min bi fotografên reş û sipî yên jinên Tirkîyê - hinek ji wan jinên serqot û sekuler ên sedsala 20an ra dibêjin “cumhuriyet kadını” (jinên cumhurîyetê) - kolajeka analog çêdikir ji mektûba Simko Gerok gotina Sahaf Palo hat bîra min. Li hêla me Sirûcê mêr û mezinên berê seba jinan li şûna ku bêjin “jin e” digotin “êgsig e” Belkî însanên vî zemanî biqeherin ser vê kelîmeyê û bêjin “Ji jinan ra gotine ‘eksik kafa’ (aqil-kêm)” lê ne wer bû. Gava min ji mezin û maqûlan dipirsî, min digo “Seba çi dibêjin ‘êgsig?” Wan digo “Jin mehsûm in, gune ne, lazim e k...

Mektûba Simko Gerok û Jinên Metroyeka Meksîko

Resim
Sal 2023, nû hatime Meksîko City ya paytexta Meksîko. Pir nû me, gavên min ên pêşî ne li vî bajarî, hîn derekê nas nakim. Bawila xwe li otela xwe ya bi sê stêrk datînim û dibêjim ez herim hinekî çarşi û merkeza bajêr bibînim ka çi heye çi tuneye. Darim metroyê ku pê herim Meydana Zocaloyê. Meydaneka tarîxî ye Zocalo, berî Îspanyol werin van deran biherimînin seba Aztekan cîhekî bi qîmet bûye, îbadetxaneyên wan li vir bûne. Niha jî qesr û qonaxên serokan û dêr li vê meydanê ne, bûye şûneka tûrîstîk. Li îstasyonê li benda metroyê me ku yekî wezîfedar tê bi Îspanyolî tiştekî dibêje ji min ra. Ez jî dibêjim  no hablo español , yanî, ez Îspanyolî nizanim. Gava wer dibêjim, wezîfedar fehm dike ku ez î xerîb im û bi pêçîyê xwe tabelayeka li ser dîwêr îşaret dike. Li tabelayê dinêrim lê tiştekî fehm nakim pir. Bi herfên pembe li kêleka fotografên jinan hinek tişt hatine nivîsîn. Dikevim Google Translateê û nivîsa li ser dîwêr li wergerê dixim. Google Translate dibêje ‘’Tenê jin kanin li vê...