Kayıtlar

Sevan Nişanyan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Axçîkên Serdar Canan û Şengên Şekir Axa

Resim
Axçîk  bi salan e ji stranên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî li guhên min dikeve.  Tewr talî bi strana ser Şekir Axa bi dengê Serdar Canan careka din li guhên min ket  axçîk.  Serdar Canan ê stran ji devê Kerîmê Jîrkî girtiye wê bi qaîdeyeka wer mîstîk û modern dibêje ku pê ra canê însanê vî zemanî jî gurzgurzî dibe. bûye gengeşa bûye gengeşa  meydana Şaxê bûye gengeşa  axçîkên taxiya werine temaşa  şerê şêrê sor d’gel mîr û paşa  şerê Şekir Axa l’gel mîr û paşa D. Îzolî û Zana Farqînî, nivîskarên ji sedsala 20an hatine vê sedsala 21ê di ferhengên xwe yên Kurdî û Tirkî da, bo  axçîk ê gotine, mehneya wê  keçik  e û ji zimanê Ermenîyan hatiye ketiye Kurdî. Yusuf Ziyaeddin Paşa jî talîya sedsala 19an ra, nav  El-Hedîyye El-Hamîdîyye Fî-l-Lugat El-Kurdiyye , di ferhenga xwe da ser  axçîk ê dibêje bi zimanê Ermenîyan e û dide zanîn ku ew jibo keçikên Xirisîtîyan yên gênc tê gotin.  Sevan Nişanyan, di ferhenga xwe ya etîmolojîyê ...

Eşq û Evîn û Eşq û Evîn

Resim
  Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 Etîmolog Sevan Nişanyan di ferhenga xwe ya navan da ser Evin ê dibêje heta salên 1980î navê Tirkên bajarî bû, lê êdî xususî navê Kurdan e.  Nişanyan ser mehneya vî navî dibêje bi Tirkî “hebê gênim” e, bi Kurdî jî “eşq û sewda” ye.  Türk Dil Kurumu (TDK), Sazîya Zimanê Tirkî jî di ferhenga xwe ya mezin da ser evin ê behsa hebê gênim dike. Îstatîstîk raber dikin ku navê Evin ê piştî salên 1990î populer bûye û îro ro ji Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê bi vî navî bi hezaran kes hene.  Nola gelek kelîmeyên bi Kurmancî yên bi herfa v yê Evîn jî salên pêşî yên înternetê li ser foruman, li sohbetên sosyal medyayê bi salan şaş, bi w yê hat nivîsîn, wek Ewîn Ewîn w...

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Resim
Di karên edebî da îşê tewr bi talûke tercûmekirina şiîran e herhal.  Çinku dema tercûmeya şiîrekê ji zimanê wê ya orîjînal çêdibe jiber şiîrbûnê tercûman bixwaze nexwaze mehne dişikê û rê li ber şaşîyên mezin vedibe.  Loma ez kitabên duzimanî yên şiîran tu dibêjî qey ne jibo xwendina şiîran, lê jibo dîtîna wan şaşîyan dixwînim. Hele hele kitaba duzimanî bi Tirkî û Kurmancî be, û zimanê wê yê tercûme Kurmancî be ji min ra mesele ji şiîrê derdikeve, dibe fersendeka ferhengî ku ez pê peyvên xwe kontrol bikim.  Bi van fikran li  Hal  a Sabri Erdem dinêrim çend ro ne. Kitaba wî şairê Berferatî, ku ji salên 1990î vir va li Almanya ye, Yaqob Tilermenî yê bi çîrok û romanên xwe tê naskirin çerxe Kurmancî kiriye. Dixwînim, dixwînim û di şiîreka kitabê da disekinim, dûr û dirêj didim ber hevdu Kurmancî û Tirkîya wê. uçamadı laz uşağı  gotiye Sabri Erdem,  nefiriya laz uşaxî  gotiye Yaqob Tilermenî, ez bûma minê jî bigota  laz uşaxî  dibêm, min jî ...