Kayıtlar

Baqî Xido etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

''Xelkên Kobanîyê Çar Ziman Zanibûn''

Resim
Şair û nivîskarê sedsala 20an Osman Sebrî di xatirayên xwe da ser Kobanîya serê sedsala 21ê li dinê alemê hat nas kirin dibêje  Kanîya Ereban.  Osman Sebrî yê ku demeka dirêj li Kobanîyê bi begên Berazîyan ra maye bi Kanîya Ereban navê wir î wê dewrê li ser zimanan nivîsîye.  Li gor tarîxçîyên Kobanîyê koçerên Ereb havînan pezê xwe ji çola hêla Reqayê seba çêrandinê ber bi bakur va dibirine, diçûne ser vê kanîya bajarê îro û loma jî nav bûye Kanîya Ereban.  Çekdarên DAIŞê sala 2014an gava ketin Kobanîyê gotin navê vir êdî  Kanîya Îslamê  ye, bi Tirkî  İslampınar,  bi Erebî  Eynel Îslam .  Ew çekdarên DAIŞê bi tevkarîya şervanên YPG, YPJ û koalîsyona bi rêberîya Amerîka sala 2015an ji bajêr hatin derxistin û navê Kobanîyê deng da.  Wer ewqas deng da ku navê Kobanîyê, êdî şûna Sûrîyê jibo kesên navê wî welatî berê ti carî nebihîstibûn li gor cîhê Kobanîyê dihat tarîfkirin. Şahîn Bekir Soreklî di nivîseka xwe ya sala 2011an da avabûna ...

Mektûba Guhdar SH. û Cewabeka Kilamî

Resim
Divê ez serê sibê saet di dehan da li mala Kilamcî Îwramê Xanimê bim. Min du roj berê bi wî ra xeber daye, min jê ra gotiye "Ezê bêm ziyareta te, te bibînim." Wî jî ji min ra gotiye, "Guhên min giran wûne keça min, e nikam kilama biwême. Dixwazî were, tu hatî jî serê sibê were, ezê herim nimêya Înê, keça min a delal!’’  Roja Înê serê sibê wextê ez li Semsûrê digihîjim nêzî mala dengbêj, ez telefonê dikim. Li ser telefonê dibêje "Va e li ber qêpi me, gopal di destê mi da ye!" Ez li dora xwe dinêrim, dibînim ku li pêşiya min, li ber derî kalekî 85-90 salî, berçavk li ber çavan, şalwarek lê, kumek li serî, sekiniye. Bi beşereke xweş min pêşwazî dike dengbêjê kal û em bi hevdu ra derbasî hundirê odeya wî dibin. Li hundirê odeyê sohbeteke xweş destpê dike. Dengbêj Îwramê Xanimê teyba xwe tîne û kilama Dewrêşê Evdî dide ser. Dibêje "Mi sê band qeyd kirin. Ev tenê li ba mi ma. Wê çaxê min karibû. Êdî taqet nemaye. E royê bandekê didim ser." Ji teybê dengek b...