Xwendin û Analog-Dîjîtala Havîna Sala 2025an
Havîn 2025. Bi guhdarên sadiq û samîmî, bi yardimên destekçîyên dilsoz, bi mektûbên ser heyatê, bi notên kultûr, sanat û edebîyatê, bi edîtorîya Omer Faruk Baran dewam dike Perxudres Podcast. *** Simko Gerokê li welatên Latîn Amerîkayê digere Agustosa 2025an ji Perxudres Podcastê ra ser kuştina jinên Meksîko mektûbek şand. Di mektûbê da Simko ji zar û zimanê dostê xwe Sahaf Palo dibêje “Li dinê mazlumên tewr mazlum jin in.” Dema min bi fotografên reş û sipî yên jinên Tirkîyê - hinek ji wan jinên serqot û sekuler ên sedsala 20an ra dibêjin “cumhuriyet kadını” (jinên cumhurîyetê) - kolajeka analog çêdikir ji mektûba Simko Gerok gotina Sahaf Palo hat bîra min. Li hêla me Sirûcê mêr û mezinên berê seba jinan li şûna ku bêjin “jin e” digotin “êgsig e” Belkî însanên vî zemanî biqeherin ser vê kelîmeyê û bêjin “Ji jinan ra gotine ‘eksik kafa’ (aqil-kêm)” lê ne wer bû. Gava min ji mezin û maqûlan dipirsî, min digo “Seba çi dibêjin ‘êgsig?” Wan digo “Jin mehsûm in, gune ne, lazim e k...