Kayıtlar

Kawa Nemir etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Dadan, Radan û Vedana Şener Ozmen

Resim
Ji  Gramera Bêhizûr  a wî ya sala 2014an derketî û min sala 2015an xwendî vir va çi gava kitabeka Şener Ozmen dibînim û qirarê didim ku wê bixwînim ji pêş da zanim ku ezê rastî jî zimanekî zêde zêde bêhizûr bixwînim.  Çinku zanayên zimên, giregirên aqil dane ser gramerê wê çi bêjin hema bêje ti carî ne xema Şener Ozmen e; ew bi kaos û krîza xwe tîne bi devê karakterên xwe zimên dadide, radide zimên û zimên vedide.  Seba vê dadan, radan û vedanê serbest û bêminet bike Şener Ozmen, ew navên kitabên xwe, navên karakterên wan kitaban, heta îthafên wan kitaban nola tabeleyaka hişyarîyê datîne, û nola ku ew bi rêka wan tabeleyan dibêje, ew zimên naherimîne, tenê xwe dîsa li tiştên nû diceribîne.  Jiyana Asayî ya John Sanders  a Şener Ozmen jî, ku sala 2025an derketiye, bi van taktîk û teknîkên eşkere ne, bi îthafeka bo Ergîn Sertem û Kawa Nemir destpê dike.  Ergîn Sertem û Kawa Nemir her çiqas dixwazin bi şairîyên xwe werin xanê jî li derdora edebî wan bi te...

Kobanî û Sirûca Newroza 2015an

Resim
Ezmanekî hêşin î hinek ewrên gewr û sipî lê, deyşta dipdirêj û kîpkesk û roya zer û sor li jor me dibişirî, bi çelengîyên xwe dikirin ku herkesê hatibû Newrozê bela û bêtara bi ser Kobanîyê de hatibû parîyekî bîr bike.   Çi bigir şêni li Sirûcê nemabû, zar zêç û kal û pîr, tevî miletê ji derve, herkes hatibû li ser vî girê ku Kobanî xweş didî kom bûbû.  Di wê qelebalixê de min ji nas û dostan xwe kes ne, lê tek bavê xwe yî li ser heftêyî xistiye û bi heyecana xortê çardeh salî hatiye Newrozê, dî. Ew û hevalekî xwe rûniştibûn, texmînî qelebalix hesab dikirin. Paşê medyayê çi got nizanim lê texmîna bavê min û hevalê wî 170 hezar kes bû.  Ji meydana Newrozê wêde milet rabûbû ser xanîyan li wî arê gurr dinêrî, ewê li Kobanîyê dadabûn. Silav diçûn wê hêla hidûd û dihatin.  Ez jî rabûm hilkişîyam ser xanîyekî. Min li deyştê nihêrî, li Kobanî û li Sirûcê.  Tavilê, ew şiîra Kawa Nemir, ewa sala 1997an li Sirûcê nivîsîye hat bîra min:  Egaleke berî li rojava silava ...