Kayıtlar

Hamza Tokmak etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Hamza Tokmak û Fîlm û Fragmana Mirinê

Resim
Wekî gelek mirovan ez jî mirinê meraq dikim. Gelo mirin tiştekî çawa ye? Aya weke transfereke bilez e, an ji-xwe-ve-çûn e, an tarîtiyeke ji nişke ve ye yan tiştekî din e?   Di nav van fikir û ramanan de heta niha min du tişt dîtin ku dişibiyan mirinê :  xew  û  xeriqîn . Lê ji ber ku xew piçekî be jî bi hemda mirov bû min ew seridand û ez û xeriqînê man bi tenê. Çimkî mirin û xeriqîn her du jî bê hemdê mirov bûn û diviya bişibin hevdu. Lê belê ez heta niha qet nexeriqîbûm. Sala 2025an e û meha Remezanê ye. Li kuçe û kolanên Sûra Amedê bi armanca nasîna mirovên nû piyase dikim. Ev bûye xûy û tivîet bo min. Her dawiya hefteyê li pişta min çenteyê min, weke hergav di çenteyê min de komputera min, pirtûkek -pirî caran pirtûkeka helbestan- û berçavka min a Prada ya orjînal qaçax ez digerim. Li hewşa Mizgefta Mezin im. Pirrî caran li ber saeta Cezerî an jî li ber stûnê livdar ê Medreseya Mesûdiyeyê li benda biyaniyekî me ku nas bikim. Tavilê extiyarekî nêzîkî heftê salî pê...