Kayıtlar

Hecîyê Cindî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Defterên Eskerê Boyîk

Resim
Serê payîza 2025an min ji kitaba nav Rêya Jiyana Min xatirayên Eskerê Boyîk xwendin.  Ji Serhedê ber bi Sîbîryaya Sovyetê va salên sirgûnîyê, salên tije tirs, talûke û trajedî ne xatirayên Eskerê Boyîk.  Ew xatira, êş û elem, oxilmeyên giran in ku Êzîdî bi sedan, belkî bi hezaran sal in li ser van erdan dibînin.  Êzîdîyên berê li ser qirar û qanûnên bav û kalên wan pir nedixwestine qewlên wan li qelemê kevin, lê Eskerê Boyîk, ew xwendîyê çîşkî ser sekneka sekuler, heyateka li dora nivîsînê li dû xwe hiştiye.  Di xatirayên Eskerê Boyîk da defteran bala min kişandin; defterên şiîran, defterên not û nivîsên din.  Salên 1960î, Eskerê Boyîk dema ew û Erebê Şemo hîn nû hevdu nas dikin, li ser teklîfa Erebê Şemo deftereka xwe ya şiîran dide Erebê Şemo ku ew şiîrên wî bixwîne û fikrên xwe yên ser şairîya wî çend royên din jê ra bibêje.  Eskerê Boyîk di xatirayan da ser şabûna xwe ya bo vê teklîfê dibêje ‘’Lingê min erd nedigirt. Baskê min hebûna ezê bifiriyama.’’...