Kayıtlar

Zekiye Alkan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar D. Sancîyên Newrozê

Resim
20ê Adarê 1990. Dê û bavê min, ew û hevalên xwe tev jibo ku bi awayekî ‘’veşartî’’ Newrozê pîroz bikin, li Sûr ya Diyarbekir saloneka dawetê kîra dikin. Jibo neyên ferqkirin ji hevalên dê û bavê min yek dibe zava û yek dibe bûk. Xwedîyê salonê gava dibîne ku mesele ne dawet e, lê Newroz e dibêje ‘’Eyb e nabe heyran, ez jibo Newrozê pereyan ji we nastînim.’’ Bûk û zavayê wan dikevin salona belaş û daweteka nerast û pîrozkirineka rast destpê dike. Dîya min bi heml e, di meha 9an de ye, lê radibe govendan. Ne tenê govend, xwe di ser agirê Newrozê re jî diavêje. Jin mêr herkes ji dîya min re dibêje ‘’Ewqas nereqise, bes xwe bihejîne, tuyê bebikê li vir bînî dinê ha..’’ Li ser wan gotinan dîya min dibêje ''Doktor ji min re gotiye bebik dawîya Adarê tê dinê, ez jî jixwe dixwazim bira di Newrozê de were dinê, loma min berdin, ezê nesekinim.'' Heqet jî wer dibe. Polîs bi Newroza veşartî dihisin û tên salonê, hinekan digrin dibin, dîya min jî jiber sancîyên wê dibin xestê. Dîya ...