Kayıtlar

Ekrem Koçbaşı etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mockingbirda Harper Lee û Çivîkên Ekrem Koçbaşı

Resim
  Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 To Kill A Mockingbird  ya Harper Lee, ku romaneka li her hêla dinê meşhûr e, bihara 2025an bi tercûmeya Ekrem Koçbaşı bi Kurmancî derket.  Him jiber ku Ekrem Koçbaşı ji hiqûqê hevalê min î universîteyê bû û him jî jiber ku min  To Kill A Mockingbird  ne bi orîjînala wê ya bi Îngilizî ne jî bi Tirkî ya wê ya nav  Bülbülü Öldürmek , nexwendibû, min bi meraqeka mezin Kurmancîya wê ya nav  Kuştina Çivîkan  xwend.  Hinek teorîsyenên tercûmeyan dibêjin lazim e metin xwe bide hîs kirin ku ew ji zimanekî din hatiye, hinek jî dibêjin qetîyen na, gerek bi teknîkên wek transpozîsyon û tew belkî bi adaptasyonê xwendevan bi metnê nehise ku ew tercû...

Zimanê TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê - Planeka Makro

Resim
Çendek e li Riha me û bi dîya xwe ya bê telefon lê bi televîzyon ra xeber, dengûbehs û nûçeyên TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê sêr dikim. TRT Kurdî, Stêrk û Rûdaw.. Sê kanalên sekn û sîyaseten dûrî hevûdin û heta bêje heta radeyekê ji hevûdin nefret dikin. Ew nefret, nefreteka wer zêde ye ku sal 2025, li hinek malan vekirina kanaleka din ji van kanalan îşaretaka îxanetê tê hesibandin. Mal hene mesela, TRT Kurdîyê sêr dikin û Stêrk di lîsteya kanalên wan da tuneye, yan mal hene şor wer tê Stêrkê sêr dikin, lê Rûdaw qetîyen nakeve lîsteya wan. A min, ji hedîse û hewadîsan, ji perspektîf û propagandayan pirtir meraqa min li ser zimên e; loma kanim TRT Kurdî, loma kanim Stêrk û loma kanim Rûdawê bê kompleks bê erêna sêr bikim û ekranên wan ji dîya xwe ya bi tek ziman ra, tenê Kurmancî zane, dîrekt tercûme bikim. Dibînim ku a Rûdawê rengên Soranîyê li Kurmancîya wê ketine, a Stêrkê sewtên sekuler û îdeolojîk hene di Kurmancîya wê da û TRT Kurdî ji bo kes nebêje ‘’Va çito Kurmancî ye!’’ car caran ...