Kayıtlar

İsmail Safa etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar LZ. û Cewabeka Lezelez

Resim
Merheba Omer Faruk Baran, Hêvî dikim hun -heke ne aş bin jî- baş bin.   Ez wek guhdarek Perxudres Podcastê ji hewe re dinivsînim. Dawiya 2024an rastî podcastên hewe hatim û ji wan çaxan ve guhdar im. Demek şûn de min beşên hewe yên kevn jî meraq kir û beşên ku bi sernivîsa xwe bala min kişandin min guh dayê.  Êvarekî, ser riya vegera malê ku Marmaraya mîrat de bûm, di rêzê de beşa  Îsmaîl Safa Çi Kes Bû, Bû Çi Kes?  destpê kir. Baş e ku destpê kir, çav û guhêt min vebûn, ez mişt meraq bûm ser meselê. Lê, HEYHAT! Pirs û meraqa min di gewriya min de ma û beş xilas bû. Min pêşî guhdanka xwe paşê telefona xwe kontrol kir, min bawer nekir bêyi bersiv qediyaye beş.. Helbet mijar ne İsmail Safayî ku min heyata xwe de navê wî gulê nebibû, ne jî Tevfik Fikretê ku Tirk bi xwe jî nizanin deynin kîjan alî bû. Mesele ew e ku raz û rastiyêt veşartî çi dîroka siyasî de bin çi di edebiyatê de di asta nexweşiyê de bala min dikişînin. Ez ser gelek şair/eyêt wenda, beytêt şaîr/şaîreyêt...