Mektûba Guhdar LZ. û Cewabeka Lezelez
Merheba Omer Faruk Baran,
Hêvî dikim hun -heke ne aş bin jî- baş bin.
Ez wek guhdarek Perxudres Podcastê ji hewe re dinivsînim.
Dawiya 2024an rastî podcastên hewe hatim û ji wan çaxan ve guhdar im. Demek şûn de min beşên hewe yên kevn jî meraq kir û beşên ku bi sernivîsa xwe bala min kişandin min guh dayê.
Êvarekî, ser riya vegera malê ku Marmaraya mîrat de bûm, di rêzê de beşa Îsmaîl Safa Çi Kes Bû, Bû Çi Kes? destpê kir. Baş e ku destpê kir, çav û guhêt min vebûn, ez mişt meraq bûm ser meselê. Lê, HEYHAT!
Pirs û meraqa min di gewriya min de ma û beş xilas bû. Min pêşî guhdanka xwe paşê telefona xwe kontrol kir, min bawer nekir bêyi bersiv qediyaye beş..
Helbet mijar ne İsmail Safayî ku min heyata xwe de navê wî gulê nebibû, ne jî Tevfik Fikretê ku Tirk bi xwe jî nizanin deynin kîjan alî bû.
Mesele ew e ku raz û rastiyêt veşartî çi dîroka siyasî de bin çi di edebiyatê de di asta nexweşiyê de bala min dikişînin. Ez ser gelek şair/eyêt wenda, beytêt şaîr/şaîreyêt wa ne diyar bêxew mame di ciwaniya xwe de. Piştî ku -wek îşaretek îlahî- ji ber toz û gemara kitêbxaneyên kevn û kûfikgirtî ez bi nisaxiya alerjiya tozê ketim min hêdî hêdî hêla derûnî ve jî xwe selimand û ji ew meraqa bêbext ez xilas bûm.
Wextê ku tiştinê meraqa min dixurîne gulêdbim,serê xwe dizivirînim aliyek dî ku dîsa nexweş nebim..
Lê -qewla Tirka- xafil hatim girtin dema hewe pirsa İsmail Safa danî orta Marmarayê ku wê deqqê ji Asyayê derbasî Bîzansê dibû. Fatîh ku wê çaxê hêj mehmed bû ji min pirsa keştiyêt xwe kir min got ‘‘Dîn nebe lawo keştî ser erdê nameşin’’ û Kurdêt ege û Anatolyayê jî hatin hewara romayê û Tirk vekişiyan Asya dûr, Bîzans payidar bû, Îsmaîl û Tevfik jî nehatin dinyayê û ez jê xilas bûm..... Xwezî... Ne?
Tinê sê rojan hewiyam. Rabûm çom kitêbxaneyêt kevnar. Bi qasî ku ji podcastêt hewe zanim we li Stembolê wext derbas kiriye. Kitebxaneyêt gelekî xweş hene liye. Ramî, Şemsî Paşa, Orhan Kemal, Ahmet Hamdi Tanpınar, ewêt herî zêde hejêtkem in. Him cihêt ku lê ne derêt herî xweş êd Stembolê ne, him jî çi avahî bit çi naverok zehf xweş in. Gelek caran bo xwendinê jî diçim. Vê carê çom kitabxaneyêd Ahmet Hamdi Tanpınar û Orhan Kemal. Rast bêjim hewes û performansa berê tunebû vekolana min de lê dîsa jî li pey pirsê ketim.
Hun ê bêjin el cewab?? Hîç!
Gelek tişt ji bo babê Îsmaîl.. Gelek tişt bo kurêt wî.. Gelek tişt bo Tevfik.. Lê tu tişt bo dol û ocax û binemala ‘Smaîlê Kurd’..
Tenê texmînek ku dibe ku hewe jî kiribit: İsmail Safa “li himber osmanî hêla inglîzan girtiye ketiye nav hewlekî bê encam, bi xayintî hatiye sucdar kirin, mişextê sewazê bûye” û ev formulasyona di nav neynokê de, ‘‘Kurdêt Osmanî û Fikretê tinazker wî rakiriye daniye rex Kurdan..
Ezê tim meraq kim ka Fiko ji bo Smo bo çi wehe gotiye… Spas ji bo vê çendê…
Dema min dest bi maîlê kir, tinê tiştek hebû ku dixwazim bêjim: Ew jî ev e ku hun dibêjin “ez neşêm binivim, xew li min herimiye”, we wextekî xewa min jî herimand. Ew pirsêt bêbersiv in nahêlin mirov razêt. Wer xuyaye ku hun dev ji pirsan jî naberdin. Hun dilê xwe ne.. Lê eza reben?
Perxudres podcast, tu her hebî. Omer Faruk Baran,hun her hebin.
Digel silavan.
Guhdar LZ.
***
Guhdar LZ.,
Mektûba te ya zarşêrîn ez pir şa kirim û meraqa te ya muzîb anî bişirînek, sivik-kenek danî ser rûyê min.
Hebûna guhdarên mîna te meraqli, mutewazî û ji xwe razî di vî zemanê pir pûç da moral û motîvasyoneka ne îşê îşan xweş çêdike bo min.
Meraqa te ji Marmarayê hat gihîşt kelegerma Rihayê û kir ku ez li bajarî rûnim bi defter û kitabên xwe ra bikevim belayê mesela; bela, ew jî çi bela!
Ser mektûba te, min careka din li defterên xwe û notên li ser kitaban nihêrî. Bêjim, a ku min dî û xwendî ez bêjim.
Di xatirayên ser İsmail Safa û kurê wî Peyami Safa da ez li dostanîya wan a bi Abdullah Cevdet ra rast hatim û vê jî di ser heyranîya Îngilizan ra hinek tişt anîn bîra min.
Çi zanim min got, belkî di ser dostanîya bi Abdullah Cevdetê Xarpêtî ra anîne Kurdbûnek li İsmail Safa ve zeliqandine, lê tenê texmîn e, min nikanibû tesdîq bikira, piştrast nebû.
Mala İsmail Safa ya li Gedikpaşa ya Stenbolê merkeza muxalîfên Silten Hemîd bûye li wir kesên mîna Abdullah Cevdet, Tevfik Fikret, Rıza Tevfik kom dibûne bi hev dişêwirîne.
Belkî şevek ji wan şevan Abdullah Cevdet bi tesîra fikrên xerbî behsa Kurdbûnê kir û İsmail Safa jî heq dayê, û belkî Tevfik Fikret jî ser vê rewşê kir tîqetîq û got ‘‘Be-hey İsmail, tu berê Laz bûyî, qey îcar jî bûyî Kurd li ser serê me..’’
Ezê dirêj û pahn nekim, qafekî min dibêje ‘‘Yanî İsmail Safa Kurd be çi ye ne Kurd be çi ye? Mêrik miriye çûye’’ û qafekî min jî rûdine li şiîrên wî dinêre dîsa.
Ne hedê tercûmeya min e, nikarim çerxe Kurdî bikim ku di şiîreka xwe da dibêje, İsmail Safa dibêje:
sağlıkta, safâ! böyle gider nâle-i zârım
hâk-i siyeh düştüğü dem cism-i nizârım
âh olmalıdır fâtiha-i seng-i mezârım:
dünyâda benim son nefesim âh olacakdır!
Bi xatirê te û li benda mektûbên te.
Omer Faruk Baran