Mîlyonek Dolar Heyat

The New York Timesê Temûza 2025an ser ekonomî û ensdustrîya podcastan xebereka pir ecêb enteresan weşand. 

Di xeberê da dihat gotin ku heyranên Joe Budden Podcast ji Patreonê her meh, mîlyonek, 1 mîlyon dolar destek didin vê podcastê.


Berê min got qey hişên min dîsa ne li serê min in û ez şaş dixwînim. Lê na, 70,000 destekçîyên Joe Budden Podcastê hinek bi 5 hinek bi 50 dolaran mehane 1 mîlyon dolar didin ser hev ku va podcasta weşana xwe nesekinîne û wê bi moral û motîvasyon, bi qafekî rihet bidomîne. 

A min, Temûza 2025an ji Patreonê bi destekên 5 guhdaran û bi qutbûna heqê transferên bankayan, ma, 60 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê. 

Deynê Riversideê hatibû. Riverside platformeka hazirkirina podcastan e; li ser dengê xwe qeyd dikî, pak dikî, montajê filan dikî, salê bi 180 dolarî. Ez jî li ser Riversideê qeydên Perxudres Podcastê hazir dikim. Min anî ew 120 dolar xist ser 60 dolarên guhdaran û deynê Riversideê da. Mala wan guhdaran destekçî ava, dibêjim, bi xêra wan qene deynê Riversidê li ser min sivik bû parîyekî. 

Ez bi salan e dûrî xewn û xeyalan li vê heyatê me. Bes bo Perxudres Podcastê, bo vê podcasta bi hezaran guhdarên wê hene û bo kultûr, sanat û edebîyata bi Kurdî sînerjîyekê çêdike, bi min wer tê ku lazim e ez xeyalxaneyekê ava bikim. 

1 mîlyon dolar, 100,000 dolar, 10,000 dolar ultra-utopîk in bo xeyalxaneya Perxudres Podcastê.


Ji halê xwe razî û mutewazî, bo karên Perxudres Podcastê li xeyalan dixim ku li tebîeteka li dora Dêrsimê maleka min a bi hewş û heyat, bi gul û çîçek hebe, bo karên Perxudres Podcastê li xeyalan dixim ku mehane dûz-temîz 1000 dolar bi dest min keve ji Patreonê, bo karên Perxudres Podcastê li xeyalan dixim ku li maseyeka li sîya kitabxaneyekê bi kitabên xatirayên dagirtî rûnim, hew e, hew e xelas. 

De dîsa şikur, hezar carî şikur. Tema li hêla Riha gotinek e, dibêjin, min digo qey ezê firoya fir kim min nizanibû ezê kezîya kur kim. Çi ye mehne, mehne yanî, yekî çûye pez anîye û gotiye pezê min wê bizê û ezê dew vexwim, lê pez miriye û deyn jî di stû da maye, rabûye kezî kur kiriye, rewş ji berê xerabtir bûye welhasil. 

Bi guhdarên sadiq û samîmî yên Perxudres Podcastê ra emê li ber xwe bidin, ma ne em çê zanin, heta kefa dest reş nebe tehma dev xweş nabe.

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê