Kayıtlar

Şener Ozmen etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Dadan, Radan û Vedana Şener Ozmen

Resim
Ji  Gramera Bêhizûr  a wî ya sala 2014an derketî û min sala 2015an xwendî vir va çi gava kitabeka Şener Ozmen dibînim û qirarê didim ku wê bixwînim ji pêş da zanim ku ezê rastî jî zimanekî zêde zêde bêhizûr bixwînim.  Çinku zanayên zimên, giregirên aqil dane ser gramerê wê çi bêjin hema bêje ti carî ne xema Şener Ozmen e; ew bi kaos û krîza xwe tîne bi devê karakterên xwe zimên dadide, radide zimên û zimên vedide.  Seba vê dadan, radan û vedanê serbest û bêminet bike Şener Ozmen, ew navên kitabên xwe, navên karakterên wan kitaban, heta îthafên wan kitaban nola tabeleyaka hişyarîyê datîne, û nola ku ew bi rêka wan tabeleyan dibêje, ew zimên naherimîne, tenê xwe dîsa li tiştên nû diceribîne.  Jiyana Asayî ya John Sanders  a Şener Ozmen jî, ku sala 2025an derketiye, bi van taktîk û teknîkên eşkere ne, bi îthafeka bo Ergîn Sertem û Kawa Nemir destpê dike.  Ergîn Sertem û Kawa Nemir her çiqas dixwazin bi şairîyên xwe werin xanê jî li derdora edebî wan bi te...