Li Royên Berê Digerin Weşanger
Va xeleka bi destekên Kurdish Studies Center (KSC) hatiye hazirkirin. KSC ya guherîn û veguherîna Kurdan ji nêz va teqîb dike, bi sekna xwe ya objektîf merkezeka lêkolîn û analîzan e. https://x.com/kurdishstudiesc https://kurdish-studies.org Derdora akademîya zimanê Kurdî di sohbetên kespênahise da bo dewra di mabêna 2013 û 2015an da dibêje asr-i saadet. Va gotina di lîteratura Îslamî da ya pir bo dewra Hezretî Mihemed tê gotin û qest jê dewreka rind û pak û bêproblem e. Çito ku li gor lîteratura Îslamî asr-i saadet sala 632yan bi mirina Hezretî Mihemed ra qedîyaye, li gor sohbetên li akademîya zimanê Kurdî jî sala 2015an bi mirina prosesa aştîyê ra li Tirkîyê tali li asr-i saadeta vî zimanî hatiye. Îslam bi sedan sal in li wê asr-i saadeta Hezretî Mihemed digere, ji niha ve wer tê xanê ku Kurdên Tirkîyê dikin bi hesret bi dehan salan li wê dewra di mabêna 2013 û 2015an da bigerin. Kurdish Studies Center, (KSC), ew merkeza lêkolîn û ...