Li Royên Berê Digerin Weşanger
Va xeleka bi destekên Kurdish Studies Center (KSC) hatiye hazirkirin. KSC ya guherîn û veguherîna Kurdan ji nêz va teqîb dike, bi sekna xwe ya objektîf merkezeka lêkolîn û analîzan e.
https://x.com/kurdishstudiesc
Derdora akademîya zimanê Kurdî di sohbetên kespênahise da bo dewra di mabêna 2013 û 2015an da dibêje asr-i saadet.
Va gotina di lîteratura Îslamî da ya pir bo dewra Hezretî Mihemed tê gotin û qest jê dewreka rind û pak û bêproblem e.
Çito ku li gor lîteratura Îslamî asr-i saadet sala 632yan bi mirina Hezretî Mihemed ra qedîyaye, li gor sohbetên li akademîya zimanê Kurdî jî sala 2015an bi mirina prosesa aştîyê ra li Tirkîyê tali li asr-i saadeta vî zimanî hatiye.
Îslam bi sedan sal in li wê asr-i saadeta Hezretî Mihemed digere, ji niha ve wer tê xanê ku Kurdên Tirkîyê dikin bi hesret bi dehan salan li wê dewra di mabêna 2013 û 2015an da bigerin.
Di raporê da aktorên weşanxaneyên Kurdan, ser wê dewra ji 2013 heta 2015an dibêjin altinçax bû, dewreka zêrîn bû.
Ji aktoran yek ser atmosfer û psîkolojî û geşbûna bazara wê dewrê dibêje ‘‘Me dît ku gelek weşanxaneyên ti eleqeya wan bi Kurdî ra tune, wan jî dest bi firotina kitabên bi Kurdî kirine..’’
Dîsa li gor gotina aktorekî weşangerîya bi Kurdî, eleqeya ser vî zimanî piştî prosesa aştîyê qedîyaye, bûye meseleyeka tirsê û milet bi wê tirsê ji zimên dîsa dûr ketiye.
Berî tirs çêbe her tişt ewqas rihet û serbest bûye ku ew aktor dibêje wan çaxan polîsên dewleta Tirkîyê dibûne aboneyên gazeteyên bi Kurdî, û wan ji bo adresê jî adresên qereqolan didane.
KSC di raporê da dibêje hinek temsîlkarên weşanxaneyan jiber atmosfera polîtîk nexwestine bipeyîvin û bi vê raber dike ku piştî sala 2015an tirseka mezin çêbûye.
Heyecana wan salên 2013 û 2015an ewqas zêde bû ku Mêrdîn pê ra di demeka kin da piştî Stockholm, Stenbol û Diyarbekir dibû merkezeka edebîyatê bo Kurdî û bi lezûbez ew bajarên din li dû xwe dihiştin .
Hem heyecan ewqas zêde bû ku wan salan yek ji klîşeyên Kurdî dişikest û hejmara xwendevanên edebîyata wê hejmara şair û nivîskarên wê derbaz dikir êdî hêdî hêdî.
Çinku milet kovar û kitabên bi Kurdî bi hez û hewes, bi meraq dikirîn, û ew bê tirs bi xwe ra digerandin û li hinekên din tesîr dikirin ku ew kovar û kitabên bi Kurdî bikirin.
Sal salên 2020î, nivîskarên kovar û kitabên bi Kurdî hene, lê xwendevanên wan kovar û kitaban dikirin hema bêje tunene.
Ewqas tunene ku xwendevan, sal 2025, Edîtorê Weşanxaneya Pallê Înan Eroglu dema fuara kitaban a Diyarbekir ji Xê bang li hin nivîskaran dike ku nenivîsin, lê bixwînin:
Înan Eroglu dibêje: ‘‘Eger em bikarin nîvê nivîskarên Kurdî qaneh bikin ku dev ji nivîsîna Kurdî berdin û bibin xwendvanên aktîf ên nîvê nivîskarên din, bazar û aqûbeta nivîsîna Kurdî dê baştir û geştir bibe.’’
Di dewamê da Înan Eroglu mîna ku dixwaze bi matematîkê îzbat bike dibêje: ‘‘Sazî û dezgehên me ku bixwazin, dikarim gotara xwe ya bi navê ‘Çima nîvê nivîskarên Kurdî divê dev ji nivîsîna Kurdî berdin?’ di panalekê da pêşkeşî xwendevan û nivîskarên me yên hêja bikim.
Şair, nivîskar û weşanger li wê asr-i saadetê digerin, li wan royên bê tirs, li wan royên şa û şên.
Omer Faruk Baran

