Kayıtlar

İbrahim Bulak etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Resim
Kurdên Tirkîyê piştî bêdengîya demdirêj a li dû şikestinên Şêx Seîd û Seyîd Riza serê salên 1960î bi parçek serbestî ra nola ku hêdî hêdî hatibin ser hemd û hişên xwe bi kovar û kitaban, bi gazeteyan jinûve hatine xanê.  Wan salên li dû derbeya eskerî bi rêberîya Musa Anter, Deng , bi ya Edip Karahan, Dicle-Fırat û bi ya Doğan Kılıç jî Roja Newe derketiye.  Ser Deng û Musa Anter, ser Dicle-Fırat û Edip Karahan barek belge hene îro di destê me da, lê ser Doğan Kılıç û Roja Newe malumat heta van salên dawî têm kêm diman û hema bêje ti kesî tiştek nizanibû.  Roja Newe ya Doğan Kılıç di tarîxa Tirkîyê da gazeteya pêşî ye ku bi Kurdî û Tirkî derketiye. Wan salên 1960î di gazeteyên din da jî nivîsên bi Kurdî derketine, lê îbareya Roja Newe xusûsî ew e, gazeteya bi Kurdî û Tirkî.  Gazeteya tek hejmarek derketî û nola Doğan Kılıç wenda sala 2019an li  Milli Kütüphane  ya Enqerê bi xebatên Mutlu Can hat dîtin û li dîjîtalê hat barkirin.  Roja Newe ya sala 1...