Mektûba Aryen Rodî û Sekna Bejna Balekê
Destpêka salên 2000î bû. Biharê rengê xwe dabû keviran û Qerejdax weke keskebûkê xemilî bû. Ez, apê min û çend pismamên min me pişta xwe dabû qûntara Qerejdaxê û li Diyarê Moza bêhna tavê digirt. Qerejdax, Diyarê Moza û gundê me Gomika.. Ev çar sed sal e em li vî gundê di cîhekî asê de ne. Di derbeya 1980î de leşkeran gundê me nedîbû. Him ji ber riya gundê me tune bû û him jî gund di nav gome û zinaran de bû, ji ber wê nav bibû Gomika. Heta îro jî mekteba gundê me tune ye û heta 2010an jî li gund kesekî xwende tunebû. Tenê apekî min di wan zorî û zehmetîyên salên 1970 û 1980î da xwendibû. Wî li Hacettepe Üniversitesi yê tip qezenc kiribû. Ew jî ji ber meseleyên sîyasî bibû telebe û li çiyayekî welêt hatibû girtin. Li gundê me ji gerîlayan re dibêjin telebe . Digotin telebe hatin , yanî kesên xwende û zana hatin. Ji ber ku ez li Diyarbekir diçûm mektebê gundîyên me giş bi çavekî mezin li min dinêrtin, wek kesekî xwende û zana . Destpêka sa...