Xewn, Qeder û Paul Auster
Esir e, min kitabeka Paul Auster hîn nû qedandiye, hîn dikim ser heyat û edebîyatê bifikirim ku qapi lêdikeve. Xwarziyeka min radibe dare qêpi vedike; ku vedike, dibihîsim, dengê cîraneka me ya şêxî ye, min pirs dike. Bi qasî xwarzîya min dibê ‘’Erê li mal e’’ û dibê ‘’Xaloo..’’ radibim ser xwe, bi çavên ‘’Xêr be înşelah’’ê dimeşime qêpi. Cîrana me ya li devê dêri bi merhebaya xwe ya hazir sekiniye çito ku min dibîne, li dû merhebayê mîna mizgînîyekê bide dibê ‘’Min bi şev di xewnê da qedereka xêrli nehfli ji te ra dî..’’ ‘’Xêr be înşelah’’ dibêjim, ‘’Xêr e xêr e!’’ dibêje cîran, ‘’Eger yek heye qedera te ew e, eger tuneye gava hebe ew e’’ û ser wê qederê çend detayên ecêb dide, behsa bebikekê dike, behsa rê. Hinekî şaşbûyî, hinekî şok li ser min, bi ûsil û îkram, ’’Were rûne cîran’’ dibêjim, ‘’Na, îşê min heye’’ dibêje cîran û halê dîya min dipirse.. Li salonê dinêrim û ‘’j’’ ji nimêj ê kêm dibêm ‘’Li ser nimê ye, hindik maye biqedîne, were rûn...