Xewn, Qeder û Paul Auster
Esir e, min kitabeka Paul Auster hîn nû qedandiye, hîn dikim ser heyat û edebîyatê bifikirim ku qapi lêdikeve.
Xwarziyeka min radibe dare qêpi vedike; ku vedike, dibihîsim, dengê cîraneka me ya şêxî ye, min pirs dike.
Bi qasî xwarzîya min dibê ‘’Erê li mal e’’ û dibê ‘’Xaloo..’’ radibim ser xwe, bi çavên ‘’Xêr be înşelah’’ê dimeşime qêpi.
Cîrana me ya li devê dêri bi merhebaya xwe ya hazir sekiniye çito ku min dibîne, li dû merhebayê mîna mizgînîyekê bide dibê ‘’Min bi şev di xewnê da qedereka xêrli nehfli ji te ra dî..’’
‘’Xêr be înşelah’’ dibêjim, ‘’Xêr e xêr e!’’ dibêje cîran, ‘’Eger yek heye qedera te ew e, eger tuneye gava hebe ew e’’ û ser wê qederê çend detayên ecêb dide, behsa bebikekê dike, behsa rê.
Hinekî şaşbûyî, hinekî şok li ser min, bi ûsil û îkram, ’’Were rûne cîran’’ dibêjim, ‘’Na, îşê min heye’’ dibêje cîran û halê dîya min dipirse..
Li salonê dinêrim û ‘’j’’ ji nimêjê kêm dibêm ‘’Li ser nimê ye, hindik maye biqedîne, were rûne..’’
Dîsa dibêje ‘’Na, sax bî, îşê min heye’’ û dare li asansorê siwar dibe, dare cîran.
Dîya min ku nimêja esir diqedîne, berî ku tizbîyan bikişîne, bi ‘’Cîrana me xêr bû?’’ meselê dipirse ji min.
Dengê cîrana me bihistîye dîya min, lê tam ne. Gava qederê dibêjim ji dîya xwe ra, şa dibe bi xewna cîrana xwe ya şêxî, înşelahan dide ser şabûna xwe, kesereka kêfê dikişîne berê, dûra tizbîyan. Du xwarziyên min ên berbext in, ew jî bi xewnê kêfxweş, dikenin.
Vedigerim odeya xwe, dikim ser kitaba Paul Auster, ser edebîyat û heyatê bifikirim ku ji WhatsAppê hevaleka min a unîversîteyê, yeka li fakulteya hiqûqê silavê dide.
Ji salekê bêtir e me xeber nedaye, ‘’Xêr be înşelah’’ dibêjim û lê vedigerim.
Halpirsîn e, ‘’Êêê’’ dibêjim, dinivîsim yanî, ‘’Qîza te, mêrê te, dîya te û bavê te, ew jî rind in silamet in şalê?’’
‘’Em salek e ji hev veqetîyane’’ dibêje. Jiber ku hevaleka henekçî û şorşêrîn e dibêjim ‘’Erê erê, dîsa henekan dikî ne..’’
‘’Welle tam salek e’’ dibêje û fotografeka xwe û qîza xwe dişîne, ‘’Mezin bûye..’’ dibêje. Li qîzê dinêrim, 4-5 salî ye herhal, 5-6 salî belkî, nizanim.
Piştî fotografê, nola ew delîleka veqetînê be bêmehne, îqna dibim ku veqetîyaye û mehcûb dibim.
‘’Qûsirê menêre’’ dibêjim, ‘’min nizanibû..’’ Dixwazim telefonê bikim ‘’Miseîd î?’’ dibêjim, dibêje ‘’Qîza min hat, emê tev herin şîvê bixwin, em paşê xeber bidin.’’
Li vir lazim e ez li Google binivîsim, ji Grokê bipirsim, bêjim ‘’Seba çi van salan veqetîn zêde bûye?’’ û cewabên bi îstatîstîkan bixwînim, lê ez vedigerim dîsa kitaba Paul Auster dixwînim.
Paul Auster mealen dibêje - a rast ji mealê bêtir melala min wer dibîne- dibêje, kitab naqedin û hinek hikaye bêyî ku nivîskarekî wan hebe xwe wer, timûtim didin nivîsandin.
Dîsa lazim e ez li vir bisekinim, biqedînim vê hikayeya ji heyatê, lê dengê dîya min e ji salonê tê, dixwaze ez herim cem wê û careka din wê xewna qeder-têda bêjim jê ra.
Kitaba Paul Auster û telefonê diavêjim hêlekê û darim salonê ku qedera xwe derxim ji xewnekê, rind zanim êdî, hinek xewn bêyî ku yek wan bibîne xwe wer, timtûtim didin gotin.
Omer Faruk Baran