Mektûba Guhdar Sînn û Sibeheka Dudilî
Xelasbûna havînê, roya Paşînî ye. Li kantoneka biçûk a Swîsreyê me, li bajarekî wîna ku navê wî pir kes nizanin. Sankî her tişt bi qasî ku lazim be heye: Ne zêde, ne jî kêm. Lê vê sibê..
Her çiqas naxwazim rabim jî radibim. Min alarm eyar nekiriye, lê saet 07:48 e. Heyam ne germ e ne jî sar e, ti tiştî nade hîskirin. Sibehên wîna pir caran derbaz dibin, lê îro ji min nare sibeh.
Sifte darim mutfaxê. Li ser masê qedehek av ji şeva berê heye. Di binê qedehê da çend dilop mane û rêça pêçîyan li ser qedehê heye û tuneye.
Paşê darim banyoyê. Li neynikê mêze dikim lê ne rasterast, wextê ku sere xwe xwar dikim, ji kêlekê da xwe tenê hindikî dibînim. Porên min gî tevlihev bûye, rûyê min westîyayî xanê dike.
Ez ji nişka ve çerx dibim. Eger ez xwe dirêj dirêj mêzê bikim ya ezê tiştekî hîs nekim ya jî ezê zêde tiştan bibînim di xwe da. Her du jî xirab in. Dûr dikevim ji neynikê.
Dûra radiwirim di odeyê ra, çavên min li kevîyê kîlîmê dikevin. Zû va goşeya kîlîmê qat bûye, lê ez naxwazim tiştekî rast bikim, naxwazim tiştekî ra meşxul bibim.
Ez di pencerê ra li derva mêze dikim û dibînim ku li hêla din a rê pîrek çîçekên xwe av dide. Tiştekî ne rind li ser çîçekan difikirim. Paşê ji xwe fedî dikim û dev ji fikrên li ser çîçekan berdidim.
Di serê min da pir sewt hene, gî jî nas in û ew hîn jî xirab e. Ez li ser kanepê rûdinim, kanepe jî ji min ra xerîb tê û radibim ser xwe, paşê dîsa rûdinim, dîsa xerîb tê. Mîna ku tiştek ne ya min be. Min xanî bi xwe raxistibû, lê vê sibê ez dibêjim qey yek bi şev hatiye û hert tişt degîş kiriye. Bixweramayîn, heta niha ti carî ewqas ne zehmet bû, lê dinavxwedamayîn jî ti carî ewqas mimkun nebûbû.
Marasê xwe pê dikim, lê ez nizanim ez darim ku. Vê sibê nikarim tiştekî li hev bînim, tenê ez zanim ku eger ez li mal bi xwe re bimînim ezê zêdetir ji xwe dûr herim.
Li bajarê biçûk ê Swîsreya ku her derê wê temîz û di nav dûzenekê da bi rê dikevim. Her tişt di şûna xwe da, belkî ji şûna xwe bêtir. Rê hişk e û dîwar bê sewt in. Ji vî bajarî bîneka wîna tê ku mîna her sibe vî bajarî temîz dikin. Heta şûna sîya tenekeyê çopê jî sankî ji berê da hatiye hesibandin.
Tew balkonên xanîyan û çîçekên li balkonan wekî ku zanin lazim e ew bê sewt bimînin. Tiştekî meri jê rehetiz bibe tune, lê tiştekî heyecanê dide jî tune. Dengeyeka eceb heye. Tiştek ne kêm e ne jî zêde ye.
Belkî jî jiber vê yekê sîyên însanên vî bajarî li hev nakevin. Kes li rûyê kesî mêze nake, ez jî nakim.
Çavên min vekirî ne lê nizanim çavên min li çi mêze dikin. Hin tişt darin û hin tişt tên, hin tişt jî sabît in. Reng di rengên xwe da ne, ne çilmisî û ne jî birqonek.
Dimeşim, ferq dikim ku kevirekî rê dileqe. Dîsa pêlê dikim, lê naleqe. Belkî jî min tewr pêlê nekiribû.
Li benda otobusê me. Tabeleya otobusê xwar e, panoyeka reklamê ji ber royê çilmisîye û goşe qetiyaye. Otobus tê, lê ez lê siwar nabim.
Dimeşim. Li vîtrîna dikanekê rast têm, li ser camê şewqek heye. Di nava lidikanêmêzekirin û lixwemêzekirinê da dudil dibim. Lê her duyan jî nakim, li ser rêya xwe dewam dikim. Li ser bankekê rûdinim.
Radibim ser xwe. Dimeşim. Li ber firinekê disekinim, nan germ e herhal, lê ez nastînim.
Yek di ber min dare, çavên me li hev dikevin. Nakene. Ez jî nakenim. Lê ev ne tiştekî xirab e li gorî min.
Darim kafeyekê. Menuya xwarinê venakim. Tiştekî naxwazim, dilê min nare tiştekî. Garson nêzîk dibe, naxwazim çavên wî û çavên min li hev kevin. Radibim ser xwe û li pişt xwe ti rêçekê nahêlim ku yek îspat bike ez gaveka berê li ser wê masê rûniştime.
Herhal ez di rê da li yekî diqelim, ya jî yek li min diqelibe. Nizam got pardon yan ne. Ez jî tiştekî nabêjim.
Dimeşim, nizanim li çi digerim, halê min tune ku ez vegerim. Wextê ez vegerim ez nizanim ez dikarim eynî tiştî bibînim an ne.
Eynî xanî, eynî ez. Lê vê sibê ez nikarim di her duyan de jî bi cîh bibim.
Guhdar Sînn
Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê ra bişînî. Em her tim jî li benda eserên te ne. omerfarukbaran@hotmail.com