Berberê Pîranî, Herba Tifing û Tembûran, Îsot û Bîraxane
Berber min î jiber Tirkîya wî ya Diyarbekirî min hîn piştrast nekiriye ka Kurmanc e yan Zaza ye, piştî ez bi telefonê xeber didim, jiber Tirkîya min ya Stenbolî îhtimaleka mezin, di ber meqesa xwe ya oste ra bi meraq dipirse ji min, ka ez ji ku me. Li vî bajarî, li Diyarbekir bi tecrûbeyên tesîrên tam li min kirine ez rind zanim, ku ez dibêjim ez ji Riha me, Urfali me, ew kesên mal û memleketê min dipirsin, bi rûyeki tirş, tehl dibin hinekî. Feqet ku ez ji wan kesan ra dibêjim ez ji Sirûcê me, sohbeteka diqulibe ser nasî û dostanîyê çêdibe. Nîyeta min ya sohbetê pir tune, bes piştî ez dibêjim ez ji Sirûcê me û Kurmancbûna xwe eşkere dikim bêyî ku bêjim, ez jî ûsilen dipirsim, dibêjim ‘’Lê tu heyran?’’ Berber dibêje ‘’Ez Dîclelî me, ji Pîranê me’’ û meqesa xwe disekinîne, ji eynikê li min dinêre û bi kinî, serpilkî behsa Zazabûna xwe û Pîranê dike. Seba ez raber bikim ez jî çend gotinan bi Zazakî zanim, Sirûcîbûna xwe bi zimanê wî bi du şeklan dibêjim, ‘’Ez Sirûc ra ya...