Kayıtlar

Blogerî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Şepelîya Berî Biharê

Resim
Diyarbekir, 2022 Li dû binketin û derdanên mezin, bi sekna ku dibêje ''elbet bi min be jî piştî reşê rewşen tê'' careka din li xwe û xwendevanan vegeriya Perxudres.  Hêleke wî dîsa ''perwerî'' ye, dîsa hêleke wî ''xudreste'' ku rîya geh bi şilî û şepelî geh hişk î biring vê carê ew ji blogerîya 2015an heta dîrektorîya 2022yan biriye.  Qey loma wî dîsa halan di xwe daye, bi qasî 600 nivîsên piştî 2018an hatine nivîsîn talan kiriye û rakiriye ji blogê.  Bi ruhê edebî yê ketiye nêv fîlm û fotografan, bi dev û lêvên hîn jî ji şor û şitexalîyên zêde hez nakin, bi çavên hema bêje di gêncîyê de her tişt dîtine, silav ji te re dejavu, merheba ji te re apneya ne di xew de lê bi şiyarî.  19ê Sibata 2022yan, Perxudres jinûve dest bi weşanê dike! 

Veger û Destpêka Fotografîk

Resim
Diyarbekir, 2018 Piştî çûnûhatineka ji acizîyê Perxudres nêzîkî 400 nivîsên ji 2015an vir ve hatine weşandin ji blogê rakirin û jinûve dest bi nivîsînê kir. Dibe ku şik û şubheyên blogerên din hebin, lê Perxudres ji xwe bawer e ku wî di blogerîya Kurmancî de, di demeke kin de deng vedaye û kiriye ku rê li ber gelek blogên çak û çeleng vebe. Perxudres ji hinek nîqaşên dubare-dehbare yên di edebîyata Kurmancî de - ku gelek caran ji nivîsîna şêweyên peyvan wêde naçin û ji reşbelekên rexneyan zêdetir, yan tenê reşkirin in yan jî tenê xweşkirin in - pir bi gazinc e; loma ew çito ku xwe dûrî siyaseta Kurdan dide, êdî bi qasî ji dest tê xwe dûrî edebîyata Kurdî jî dide.  De Perxudres zane ku heyat bê heyecan nabe û gola ku naçelqe genî û gemarî dibe. Ewê êdî bi jêwergirtin û wergeran, bi notên hema çawalêhato, bi çîroka girtina wêneyan, zêdetir li ser fotografan bisekine. Yanî ew der wê êdî pirtir mîna deftereka fotografîk be. Edebîyata ku Perxudres demeke dirêj dil dabûyê, ew anî ...

Blog! Bike ku ez tim binivîsînim.

Resim
Merheba ji min re, Ez dikim li vir, di vê blogê de nivîsên xwe yên berê biweşînim. Yek caran jî nivîsên nû bikim barê blogê. Nivîsên berê.. Her yek bi derekê de bela bûye, ez nizam çi, çi wext di kîjan kovarê de derketiye. Gerek ez rûnim yek bi yek li mailên min şandinî ve binêrim, da ez bizanim nivîsatê. Kesên xwedanblog rind zanin, jiber dizên edebîyatê yên ku bi ro û şev li sûkên Twitter û Facebookê digerin însan carna pir aciz dibe û naxwaze tiştekî xwe li derekê bela bike. Dizîya edebî ya li ser înternetê însên pir diêşîne. Lê tevî vê êşê jî min dil heye heta dera hikmî min lê dibe ez baxçeyê bloga xwe tim bi nivîsan av bidim. Ma di edebîyatê de kî jê kê nadize, kî ne dizê kê ye? Keçkeka xweşik ya ku ji Mohsen Namjoo pir hez dikir piştî dî ku li her derê herkes li wî guhdar dike dev ji wî berda. Dema hanê min di telefonê de halê wê pirsî, go ''Ez pir bêrîya dengê Mohsen Namjoo dikim, min çar sal in bi kêfa dilê xwe li wî guhdarî nekiriye.''  Nivîskarên blogan pir...