Kayıtlar

Guhdar Lehî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar Lehî û Cewabeka Xwekuştinî

Resim
Merheba, bi xatirê we... Çawa ku wextê mirina min hatibe û hê nemirîm dixwazim xatirê xwe ji we û ji vê dinê bixwazim. Îro, sibe, 3 meh din, 7 sal din û belkî jî 31 sal din nizanim lê ez ê rojekî bimrim û herim. Dibe ku ji nişka ve bimrim, dibe ku nexweşiyeke bêderman min bigre û hêdî hêdî pê wê bimrim. An jî mirineke bi xwestin, ma kî dizane dê kî çawa bimre. Wê rojê min vîdyoyeke li ser sê jinên nivîskar û helbestvan temaşe kir; Nilgün Marmara, Sylvia Plath û Virgina Woolf. Meraqa wan her sê jinan li ser edebiyatê bû belê, lê du tiştên din jî ew dişibandin hev: Jiyanên depresîf û xwekuştin.  Her sê jinan jî mektûbek nivîsandibû û paşê xwe kuştibû. Gelekî tesîr li min kir jiyan û mirina wan. Paşê ket hişê min ku ji bo nivîsîna mektûbeke xatirxwestinê ne hewce ye mirov xwe bikuje. Her wextê, beriya ecelê xwe mirov dikare mektûbeke xatirxwestinê binivîse. Madem ez ê jî rojekê her bimrim, min xwest mektûbeke xatirxwestinê bihêlim li pişt xwe, da ku piştî mirina min jî dengê min qut n...

Mektûba Guhdar Lehî û Cewabeka bi Xêr û Xweşî

Resim
Silav ez, silav temenê min ê nû û silav kesê ku nas nakim. Min xwest dilê xwe ji yekî nasnakim re vekim. Ji ber ku carna kesên nasnekirî nêztir in. Ji bo ku tu anha van hevokan dixwînî spas dikim. Îro, 24ê Tebaxê, rojbûna min e û ez bûm 36 salî. Anha ev hejmar ji min re ewqas dûr û mezin tê ku nikarim bînim ziman. Çawa ku ez bebekek bim nû hatibim dinê lê diya min ez xistibim nava gomlekeke XXXL. Jixwe her tim temenê ku ketîmê ji min re mezin dihat, min qet xwe weke wê hejmara ketîmê hîs nekir, her biçûktir, her biçûktir. Mînak hê jî dixwazim di 4 saliya xwe de, li mala me ya gund a ji axa spî û keviran hatî çêkirin bim û bavê min tiraş taximiya xwe bînê û rih û simbêlên xwe kef bike, paşê jî wan bi usturayeke heşîn jê bike û ez jî hema temaşe bikim, dixwazim çiqas emrê min hebe li vê sahneyê temaşe bikim. Lê emrê min vaye 36 e û ew sahne tenê carekê min dît. Sih û şeş.. Gelo min çi fêm kir ji van salên li pişt min mayîn? Ez dibêjim qey heta 30 saliya xwe jî ez nejiyame. Ji ber ku ez q...