Mektûba Guhdar Lehî û Cewabeka Xwekuştinî

Merheba, bi xatirê we...

Çawa ku wextê mirina min hatibe û hê nemirîm dixwazim xatirê xwe ji we û ji vê dinê bixwazim.

Îro, sibe, 3 meh din, 7 sal din û belkî jî 31 sal din nizanim lê ez ê rojekî bimrim û herim.

Dibe ku ji nişka ve bimrim, dibe ku nexweşiyeke bêderman min bigre û hêdî hêdî pê wê bimrim. An jî mirineke bi xwestin, ma kî dizane dê kî çawa bimre.

Wê rojê min vîdyoyeke li ser sê jinên nivîskar û helbestvan temaşe kir; Nilgün Marmara, Sylvia Plath û Virgina Woolf. Meraqa wan her sê jinan li ser edebiyatê bû belê, lê du tiştên din jî ew dişibandin hev: Jiyanên depresîf û xwekuştin. 

Her sê jinan jî mektûbek nivîsandibû û paşê xwe kuştibû. Gelekî tesîr li min kir jiyan û mirina wan. Paşê ket hişê min ku ji bo nivîsîna mektûbeke xatirxwestinê ne hewce ye mirov xwe bikuje. Her wextê, beriya ecelê xwe mirov dikare mektûbeke xatirxwestinê binivîse.

Madem ez ê jî rojekê her bimrim, min xwest mektûbeke xatirxwestinê bihêlim li pişt xwe, da ku piştî mirina min jî dengê min qut nebe.

Bi xatirê we ewrên reş ên li ser serê min hatîn û çûyîn, bi xatirê we xurexurên wan ewrên reş ku ji wan gelekî ditirsiyam, bi xatirê we dilopên baranê ku dema li ser çavên min diketin dilê min serxweş dibû.

Giyayê li baxçê mala min, pelçimê mêwan, xalxaloka li ser wan pelan maleke spî ava kirî, û beytikên dema min pencere vedikir dibezîn dihatin mal de, bi xatirê we.

Bi xatirê we jî kitêbên min û gotinên li ser dilê min hatîn nivîsîn. Lênûskên min, kaxizên ku min li ser kul û derd û acizî û tenêtiya xwe nivîsîn, bi xatirê we.

Berdaxa min a kesk, desmala min a sor, guharê min ê zer, bi xatirê we jî.

Malbata min, her yekî ji we nêrgizek e di dil û hişê min de, ez ê her tim bêhna we seh bikim.

Diya min, delala min, pora te ya min qet reş nedîtî û her tim bi heneyê sorkirî dê her tim li ber çavên min bê, kenê te yê şêrîn û 'erna te, acizîya te ya li ser cil û berg û por û neynok û nizamçiya min jî.

Tu yê serhişkiya min jî bîr nekî dizanim. "Xwezî min dîtî te carekî jî ya min kiriba" te digot, tu yê vê neqlê jî bêjî, "Te dîsa jî ya min nekir" Ji te hez dikim delala keça xwe, bi xatirê te.

Evînên di dilê min de her tim şax dayîn, hestên min têra dilê xwe venegotîn, eşqa min a nîvco û di gewriya min de asê mayî, zimanê min ê qet bi ya dilê min nekirî bi xatirê we.

Heval û hogirên min, hûn hemî bo min bi qedr û qîmet in. Dibe ku bi we hinekan re anha têkiliya min jî tunebe, dibe ku rêyên me ji hev veqetabin, xem nake her yek ji we yeko yeko li ber dilê min şêrîn e.

Xelîl Xemgîn, Ciwan Haco, Rotînda û Dîno.. Min her dua dikir ku we bibînim û paşê bimrim lê vaye nebû, belkî jî yê bibe nizanim anha. Bi xatirê we, min evîn û welat bi saya we hîs kir, ji we hez dikim.

Bi xatirê we jî hêstirên îşev ji çavên min hatîn xwarê, we ez di jiyana min de qetiyyen bi tenê nehiştim, mala we ava.

Û helbet "vara Perxudres Podcast e" Ev gotin gelekî xweşa min diçe. Bi xatirê we jî Perxudres Podcast û guhdarên wê yên ezîz, baş e ku hûn hene û gotinên dilê me seh dikin.

Merheba babo, dawiya dawî ez hatim cem te, ka bêm destê te. 

Guhdar Lehî


Guhdar Lehî, 

Min çito mektûba te xwend berê Stefan Zweig, dûra Şikoyê Hesen hatin bîra min. Mesele ne tenê xwekuştina wan e herhal, lê wekî din nizanim ji çi ye, çi gava fotografeka Stefan Zweig dibînim rûyê Şikoyê Hesen tê ber çavên min û çi gava fotografeka Şikoyê Hesen jî dibînim rûyê Stefan Zweig. 

A Stefan Zweig belî ye, mêrik bêrîya royên berê dike berî bi yara xwe ra xwe bikuje. Ewrupa ya wan salên Cenga Cîhanê ya Duyê him sîyasî him sosyal hilweşîyaye, bi nebûna aştîyê, şok li ser şokan zirareka mezin dide halên wî yên humanîst û ew li sirgûnîyê dikeve depresyonê û dare xwekuştinê.

Lê a Şikoyê Hesen, ew şairê bi beyta Feqî û bi sewta Xanî heyranê zimanê Kurdî bûye, çi ew biriye ber xwekuştinê heta niha jî min tê dernexistiye. Ji dîwanên wî tê xanê ku di dilê wî da hez û huba heyatê hebûye, ew yekî sewdali bûye têra xwe. Xwekuştin çito hat ket dil û aqilê wî eceb? Hinek dibêjin halê wî yê ekonomîk pir ne rind bûye, tehlî û tengasî bi wî giran hatiye, nebûna pere kiriye ku ew xwekuştinê bike çare. Nizanim. 

Te di mektûba xwe da behsa Virginia Woolf, Nilgün Marmara û Sylvia Plath kiriye. Min ji van şair û nivîskarên tu behsê dikî a pir Virginia Woolf xwendiye. Di defterên wê da tê xanê ku ew ro bi ro dikeve depresyonê, depresyon wê tîne wer radeyekê ku êdî ew nizane ew ji ber çi li ser çi ketiye depresyonê. Û dûra jî ew jî berê xwe dide xwekuştinê. 

Bi min wer tê ku em eserên van şair û nivîskarên xwe kuştine tevî xwekuştinên wan dixwînin, sankî wan kitabên xwe piştî xwekuştinê nivîsîne. Şiîreka Nilgün Marmara ne mimkun e ez bê ku xwekuştina wê bînim bîra xwe bixwînim; bi muzîkên Yunus Dişkaya li şiîrên Şikoyê Hesen guhdarî dikim, ne mimkun e xwekuştina wî nefikirim. 

Tu êdî çi mektûbê bişînî wê bîna mirin û xwekuştinê were min berê. Mirin rêya me herkesî ye heyran, lê tu xwekuştinê bîr bîke, li dewra dinê bike temaşe û seyran.

Felsefeya Albert Camus dibêje, heyat ne tiştekî ewqas bi qîmet e ku însan jiber wê bi qehr û qotikan xeman bikişîne û xwe bikuje, îcab nake. 

Ji ewên heta vê saetê vê gavê mane ra mirin e, elbet wê ji wan ra jî were. Şikoyê Hesen di şiîreka xwe da nola pirsa pêşîyan digo ‘‘Tu çi zanî gelo tuyê sibehê li ku bî?’’ Ez îro li vir im, li Perxudres Podcastê me. Silav û hurmetên li benda mektûbên sax û silamet Guhdar Lehî, bi xatirê te. 

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê