Entabî û Efrînî û Êzîdî

Çay û şor şor, şor şorê vedike û dibêje ‘’Em Êzîdî ne’’ boyaxçîyê me; çay û şor şor, şor şorê vedike û ez dielimim ku wî jiber herba li Sûrîyê sala 2013an ji Efrînê mala xwe bar kiriye, hatiye li Riha bi cîh bûye. 


‘’Xoce’’ dibêje boyaxçîyê me ‘’Xoce, herkes nola te ne xwendî ye, em ditirsin, li vir em li her derê nikanin bêjin em Êzîdî ne..’’ 

Seba boyaxçîyê me yê ez bo silametîya wî navê wî eşkere nakim li mala me xwe hîn rihet hîs bike û ya di dilê xwe da gî bêje ez dibêjimê ‘’Pêşîyên me jî Êzîdî bûne kekê, tu li Misilmanbûna me ya niha menêre.’’

Li ser vê gotina min hinekî din vedibin dev û lêvên wî û dibêje ‘’Eslê me ji Entabê ye, kalikê bavikê min li Entabê mast difirotiye, dema diçûye bazarê digotine ‘Êzîdî ye ha, mastê wî mekirin’, ew jî rabûye çûye Efrînê.’’ 

‘’Nûka’’ dibêje boyaxçîyê me ‘’Li Entabê pismamên bavikê min hene, ew Îslam in.’’ 

Nasekine û dewam dike dûra ‘’Li vir royên Înê ez naxwazim herim kar bikim, min bi zorê dibin camîyê, dibên nimê bike..’’ 

Ez ferq dikim ku ji royan În e û bi sivik-kenekî dibêjim ‘’Îro jî În e’’ Dibişire boyaxçîyê me, dibişire û dibêje ‘’Ez royên Înê narim her malê Xoce, ditirsim’’ 

Hinekî ji vir hinekî ji wir em behsa kultûrên Efrîn û Êzîdîyan dikin û şor tê ser navê keçika wî ya çûçik.

‘’Keçika min li Helebê hat dinê’’ dibêje boyaxçî, ‘’doktora wê yeka pir rind bû, Ermenî bû, min jî seba xatirê wê navê keçika xwe kir navê keçika wê, li vir li Riha li mektebê jê ra dibêjin navê te navê gawiran e û li şûna navê wê dibêjinê Ayşe, dibêjinê Fatma, dibêjinê Fadile..’’ 

Bi keser û belkî li cem min jî çi dibe çi nabe bi tirs, çaya xwe diqedîne û radibe karê xwe, radibe boyaxa xwe li dîwaran dixîne boyaxçîyê me. 

Ez jî radibim darim odeya xwe, ji maseya xwe radikim, li kitaba Hezar Gotinên Pêşiyên Êzdîyan dinêrim ku bi tevkarîya Elyas Qîranî û Heyder Yûsivan li devera Şingalê hatiye hazirkirin. 

Da xwe hinekî din jî rihet hîs bike û tirsê tam ji ser xwe biavêje, tînim wê kitabê rabere wî dikim destê wî li ser kar, li ser boyaxê. 

Mîna ku kitabeka miqedes be çend gotinên pêşîyên Êzîdîyan ji boyaxçîyê me ra dixwînim û dixwazim kitabê hedîye bidim wî, lê ew qebûl nake, kitabê naxwaze. 

Zêde israr nakim, di dilê xwe da dibêjim belkî jî jiber tirsê naxwaze şopeka Êzîdîbûnê di destê wî da, li mala wî were xanê. 

Tînim kitabê li ser maseya xwe datînim dîsa. Ji kitabê du gotinên li bin hevdu difirin li mejîyê min dikevin gava kitab vedibe û tê girtin dîsa: Rastî rêya Xwedê ye.. Rastî di nav agir de naşewite. 

Omer Faruk Baran


PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê