Kayıtlar

Salvador Dali etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Kok û Koçên Çend Kelîmeyên Hanê

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Firnecîyên Riha di vê sedsala 21ê da bi sê zimanan nanên xwe difiroşin. Lê rast têm, dibînim, dibihîsim, di danûstandinê da ku mişterî bi Tirkî be ekmek , bi Erebî be xubiz,  bi Kurdî be nan li ser zimanê firnecîyan çerx dibe. Ekmek, xubiz, û nan. Sê peyvên dûr û nêzîk ti eleqeya wan bi hevdu ra tune, tên li ber firneyan li hev dikevin û ser kok û koçên kelîmeyan min dibin ber meseleyên sal û zemanan. Sala 2014an, wexta Herba Kobanîyê, wexta wê herba giran, di şevekê da bi deh hezaran însan ji hêla Kobanîyê derbazî Sirûcê bûn. Her du hêl Berazîyên Kurmanc bûn, lê hidûdên serê sedsala 20an li hêla Sûrîyê, Erebî xistibû zimanê Kobanîyê û li hêla Tirkîyê jî Tirkî xistibû zimanê Sirûcê. Loma zimanên her ...