Sazê Xidirê Başî û Bîrnekirin
Çend hefte ne li vê dinyaya derewîn bi nexweşî û bi derzî û derman, parîyekî perîşan çerx dibim, lê min teberik û teselî, di çenteyê min da şiîrên Xidirê Başî hene. Xidirê Başî, ew şair û sazbendê bi navê Hıdır Çelik jî tê naskirin, di şiîrên xwe da bi Zazakîyeka zehf zelal hal û hikayeta xwe gotiye. Wî dilşewitîyê ji hêla Mûşê, 2006an, 17 salan berî wefat bike sala 2023yan, di şiîrekê da helalî ji sazê xwe xwestiye û xwestiye ew wî bîr neke. ez mireno ti manena mi xo vîra meke sazê mi ti halê mi rind zanena mi xo vîra meke sazê mi … vengê xo mi rê zelal ke roja Xidirî delal ke heqê xo mi rê helal ke mi xo vîra meke sazê mi Omer Faruk Baran Jibo malumatên zêdetir: Gula Xizirî - Xidirê Başî, Weşanxaneyê Vateyî - 2012 Dîwan - Xidir Baş, PİYA Yapım - 2021