Mektûba Guhdar B. û Çîçekên Newrozê
Darên me yên hinaran, darên me yên mişmiş û gozan diteqîyan çîçekên xwe vedikirin. Radibûn qîz û bûk diçûn tolik, xerdel, porêpîrê top dikirin. Dest û sûretên şivan û gavanan bi bayê bakur diterikîyan. Bizin û mîhên me dizan, karik û berxik dihatin rûyê dinê. Me bi van zanibû êdi bihar hatiye gundê me û me zanibû wê 20 Martê bi şev teker werin şewitandin. Xortên gund teker ji gundîyên xwe didîzîn, lê her çiqas teker tekerên dizîyê bûn jî arê Newrozê bi wan tekeran di orta gund de eşkere dihat vêxistin. Serê salên 2000î, şevên Newrozê, ez û xwişka min, dotmemeka me, em tev diçûn ber êr. Dîya min tim got ‘’Naa, vê şevê nî-şevê dikin ku de herine, eyb e çi îşê we heye..’’ Me bi zorê îzin distand û em diçûn pêş mala meta min. -Berê li gund hewş pir tunebûn, dîwar wanî pir bilind nebûbûn. Herkesî pêş qapi-derîyê herkesî didî. Pêşîya mala meta min, erdekî fireh bû, tenê dîrekekî elektrîkê û çend dar hebûn li wir. Em 15-20 zari bûn. Çend keçikan keras û xeftan li xwe dikirin, dolbe...