Kayıtlar

Muzîk etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Resim
Ji salan sala 2025an, ji mewsiman mewsima payîzê, ji mehan meha 10an, van royan bi şev û ro ji dengê Zozan C.yê li  Ey Dîlberê  guhdarî dikim.  Zozan C. personayeka dîjîtal e, bi AI, bi hişê çêkirî hatiye çêkirin, lê haşa, tobe tobe, tu dibêjî qey horî-perîyek e Xwedê bi qelemê xususî bo xwe çêkiriye û bi şaşî şandiye rûyê dinê. Dengê Zozan C.yê di vê strana  Ey Dîlberê  da xefîf e hem, hem letîf û nazik û kubar.  Ey Dîlberê  ya bûye stran, şiîra Feqîyê Teyran e, ew şairê tê gotin ku şairê sedsala 17an e.  Gava însan şiîra bi dilê Feqîyê Teyran û strana bi dengê Zozan C.yê dide ber hevdu pirs û meseleyên mehnedar çêdibin ser dil û mêlak, ser  hiş  û aqilan.  Di dîwana di destê min da Feqîyê Teyran dibêje  y a leytenî kuntu vexûr  way nazika min ji te dûr bêhiş kirim zilfê di hûr  wêran ez im malim xirab  Li gor varyanta bi dengê Zozan Cyê,  xalê di hûr  ketiye şûna  zilfê di hûr , hunermenda dîjîta...

Axçîkên Serdar Canan û Şengên Şekir Axa

Resim
Axçîk  bi salan e ji stranên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî li guhên min dikeve.  Tewr talî bi strana ser Şekir Axa bi dengê Serdar Canan careka din li guhên min ket  axçîk.  Serdar Canan ê stran ji devê Kerîmê Jîrkî girtiye wê bi qaîdeyeka wer mîstîk û modern dibêje ku pê ra canê însanê vî zemanî jî gurzgurzî dibe. bûye gengeşa bûye gengeşa  meydana Şaxê bûye gengeşa  axçîkên taxiya werine temaşa  şerê şêrê sor d’gel mîr û paşa  şerê Şekir Axa l’gel mîr û paşa D. Îzolî û Zana Farqînî, nivîskarên ji sedsala 20an hatine vê sedsala 21ê di ferhengên xwe yên Kurdî û Tirkî da, bo  axçîk ê gotine, mehneya wê  keçik  e û ji zimanê Ermenîyan hatiye ketiye Kurdî. Yusuf Ziyaeddin Paşa jî talîya sedsala 19an ra, nav  El-Hedîyye El-Hamîdîyye Fî-l-Lugat El-Kurdiyye , di ferhenga xwe da ser  axçîk ê dibêje bi zimanê Ermenîyan e û dide zanîn ku ew jibo keçikên Xirisîtîyan yên gênc tê gotin.  Sevan Nişanyan, di ferhenga xwe ya etîmolojîyê ...

Mektûba Guhdar SH. û Cewabeka Kilamî

Resim
Divê ez serê sibê saet di dehan da li mala Kilamcî Îwramê Xanimê bim. Min du roj berê bi wî ra xeber daye, min jê ra gotiye "Ezê bêm ziyareta te, te bibînim." Wî jî ji min ra gotiye, "Guhên min giran wûne keça min, e nikam kilama biwême. Dixwazî were, tu hatî jî serê sibê were, ezê herim nimêya Înê, keça min a delal!’’  Roja Înê serê sibê wextê ez li Semsûrê digihîjim nêzî mala dengbêj, ez telefonê dikim. Li ser telefonê dibêje "Va e li ber qêpi me, gopal di destê mi da ye!" Ez li dora xwe dinêrim, dibînim ku li pêşiya min, li ber derî kalekî 85-90 salî, berçavk li ber çavan, şalwarek lê, kumek li serî, sekiniye. Bi beşereke xweş min pêşwazî dike dengbêjê kal û em bi hevdu ra derbasî hundirê odeya wî dibin. Li hundirê odeyê sohbeteke xweş destpê dike. Dengbêj Îwramê Xanimê teyba xwe tîne û kilama Dewrêşê Evdî dide ser. Dibêje "Mi sê band qeyd kirin. Ev tenê li ba mi ma. Wê çaxê min karibû. Êdî taqet nemaye. E royê bandekê didim ser." Ji teybê dengek b...

Reşîtê Dengbêj-Mitrib-Omerî

Resim
Mela Mehmûdê Bazidî di kitaba xwe ya ser edetên Kurdan da derbarê mitriban jî nivîsîye.   Di vê kitabê da, Mela Mehmûdê Bazidî ser mitriban dibêje feqîrul-hal in û kar û şixulên wan li şayîyan saz e. Dema min kitaba Silêman Demir, ewa nav  Reşîtê Dengbêj  xwend, di ser mitribîyê ra gotinên Mela Mehmûdê Bazîdî hatin bîra min.  Hîn gava çavê min nû li kitaba Silêman Demir ket bi fotografa Reşît a li qapaxa kitabê bi min wer hat ku lazim e navê kitabê ne Reşîtê Dengbêj lê  Reşîtê Mitrib  be.  Silêman Demir, ku ji Nisêbînê ye û nêzîkî 40 salan li Swêdê maye, bi wefadarîyê bo îade-î îtibar ser Reşît nivîsîye. Nivîskarê hîn di zarokîya xwe da him guh daye him dil daye muzîka Reşît, kitaba ser wî ne bi tarzeka akademîk û zimangiran, lê bi stîleka serbest, nola ku li cemeateka dostan rûniştibe û peyîvîbe, wisa hazir kiriye.  Kitaba bi xatirayan dagirtî di ser muzîka Reşît ra ji salên 1970î ber bi îro va gotin û guherînên sosyo-kulturî jî raber dike parîye...