Axçîkên Serdar Canan û Şengên Şekir Axa
Axçîk bi salan e ji stranên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî li guhên min dikeve.
Tewr talî bi strana ser Şekir Axa bi dengê Serdar Canan careka din li guhên min ket axçîk.
Serdar Canan ê stran ji devê Kerîmê Jîrkî girtiye wê bi qaîdeyeka wer mîstîk û modern dibêje ku pê ra canê însanê vî zemanî jî gurzgurzî dibe.
bûye gengeşa bûye gengeşameydana Şaxê bûye gengeşaaxçîkên taxiya werine temaşaşerê şêrê sor d’gel mîr û paşaşerê Şekir Axa l’gel mîr û paşa
D. Îzolî û Zana Farqînî, nivîskarên ji sedsala 20an hatine vê sedsala 21ê di ferhengên xwe yên Kurdî û Tirkî da, bo axçîkê gotine, mehneya wê keçik e û ji zimanê Ermenîyan hatiye ketiye Kurdî.
Yusuf Ziyaeddin Paşa jî talîya sedsala 19an ra, nav El-Hedîyye El-Hamîdîyye Fî-l-Lugat El-Kurdiyye, di ferhenga xwe da ser axçîkê dibêje bi zimanê Ermenîyan e û dide zanîn ku ew jibo keçikên Xirisîtîyan yên gênc tê gotin.
Sevan Nişanyan, di ferhenga xwe ya etîmolojîyê da ser axçîk a bi dengên bi Tirkî ahçike dibêje li hêla Mûş, Meletî û Dêrsimê, xaseten Elewî bo bûkê dibêjin ahçik.
Li ser vê malumatê min li ferhengên Zazakî jî nihêrî, lê ne di ferhenga Vateyê da ne jî di ya Şaban Şenateş da min tiştekî axçîk nedî.
Têmûrê Xelîl payîza 2007an, di Kurmancî da, di wê rojnameya taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da, axçîk di nêv wan peyvan da rêz kiriye ku ji Ermenî ketine Kurdî.
Di nivîsa xwe da, Têmûrê Xelîl dibêje ew peyvên wî rêz kirine li hêla Kurmancan li her dêrê nêne dîtin, ew tenê li wan derên wer têne gotin ku berê Ermenî li wir pir bûne.
Sosyologê sedsala 19an Mela Mehmûdî Bazîdî di Adet û Rusûmatnameyê Tewayifê Ekradiye da behsa rindî û çelengîya axçîkan dike û dibêje kurên Kurd wan direvînin, dikin Misilman û li xwe mar dikin.
Serdar Canan bo klîba kilama ser Şekir Axa, ku konsepta wê fikra Yılmaz Özdil û anîmasyona wê îşê Ronî Battê ye, dibêje wan ew li gorî varyanta Alexandre Jaba ya ji devê Mela Mehmûdî Bazîdî bihistiye, hazir kiriye.
Alexandre Jaba yê Rûsya bi dostanîya Mela Mehmûdî Bazidî gava çîroka Şekir Axa bihistiye anîye ew nivîsîye sedsala 19an.
Bi min ecêb tê, dûra Erika Ueda ya Japonya bi dostanîya Serdar Canan gava strana Şekir Axa bihîstiye, anîye seba wê aranjeyek çêkiriye sedsala 21ê.
Bi Alexandre Jaba, bi Mela Mehmûdê Bazîdî, bi Erika Ueda, bi Serdar Canan tarîx bi çîrok û mesele, bi şorên şerqî û bi teknîkên xerbî, bi muzîkê tiştekî dibêje me ra, lo lo xortno, lê lê axçîknê werin bikin temaşa.
Omer Faruk Baran
Kürtçe - Türkçe Sözlük - Yusuf Ziyaeddin Paşa, Yeniden Düzenleyen: Mehmet Emin Bozarslan, Çıra Yayınları - 1978
Pêwendiyên Ermenkî û Kurdî yên Zimên, Amedekar: Têmûrê Xelîl, Kurmancî: Hejmar 41, Payîz 2007
Ferhenga Kurdî - Tirkî, Zana Farqînî - Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2022
Ferhenga Kurdî - Tirkî û Tirkî - Kurdî, D. Îzolî - Weşanxaneya Deng, 2007
Nişanyan Sözlük, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi, 2025
Serdar Canan - Şekir Axa (Şeng), 2025
Adat û Rusûmatenaeê Tewayifê Ekradiye - Mela Mehmûdê Bazîdî, Amedekirin û Tîpguhêzî: Murad Celalî, Weşanxaneya Nûbiharê - 2021
