Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke

Navê Rainer Maria Rilke min cara pêşî serê salên 2000î di nêv şiîrên İbrahim Halil Baran da dî. İbrahim Halil Baran şiîreka xwe ya li dora ar û eynik û bi êvarên elif û bê îthafî wî kiribû. 

Wexta min navê Rainer Maria Rilke di wê şiîrê da nû dîbû nola gelek kesên navê wî nû dibînin min jî di serî da gotibû qey ew şair ye, ne wî, lê ez î şaş bûm. 

Dûra salên 2010î min di xatirayên Stefan Zweig da dî navê wî şairî. Stefan Zweig ser wan royên wan yên li Parîsê bi hez û hurmeteka mezin behsa Rainer Maria Rilke dike. 

Bi gotina Stefan Zweig be, Rainer Marie Rilke însanekî kamil, kibar û titîz bûye têra xwe. 

Stefan Zweig dibêje ew û Rainer Marie Rilke li Parîsê diketine her quncikî derdiketine û wî şairî li bajêr gava çavê wî li tabeleyaka herfên wê rîtmîk diketiye, ew tabela tekrar tekrar dixwendiye, ji şairîyê ye qey, qey ji rihê rîtmîk. 

Dîsa salên 2010î min bi Behçet Necatigil ê hinek metnên Rainer Marie Rilke tercûmeyî Tirkî kiriye, şair çişkî din nas kir, lê min wer curet nedî, cesaret nekir ku ez şiîrên wî bixwînim.

Kovar û kitabên şiîran meth û mersîye dibarandin ser Rainer Maria Rilke, ez ditirsiyam ku ez wê sewt û stîla milet bi heyranî behsê dike di şiîrên wî da nebînim. 

Serê salên 2020î ji meraqê, ewên bi Kurmancî û ewên bi Tirkî min ji kovaran çend şiîrên Rainer Maria Rilke xwendin, lêşiîrên di orîjînalê da Almanî bûn ji tercûmeyan bû an ji eslê şiîran bû ez kaşe xwe nekirim. 

Çi gava ez şiîrên di orîjînalê da bi Îngilizî yan Fransizî dixwînim bi tercûmeyên Kurmancî yan Tirkî ez çê xerab nasîyekê hîs dikim, lê şiîrên di orîjînalê da bi Almanî di Kurmancî û Tirkî da bi min pir xerîb tên. 

Sankî di şiîrên Almanan da hinek sir û şîfre hene û tercûman çi bikin jî nikanin wan şîfreyan bişikînin, nikanin wan siran rakin bibin zimanekî din. 

De da ez wan sir û şîfreyên hanê bibînim parîyekî ez bi wergera Abdullah İncekan çend car in wan mektûbên Rainer Maria Rilke dixwînim ku wî ji şairekî gênc ra şandine.

Lazim e ez eşkere bêjim ku pêşgotina Abdullah İncekan, ewa ser tercûmekirina mektûbên Rainer Maria Rilke bi min ji şor û şîretên wî şairê Alman hîn xweştir tê. 

Abdullah İncekan di pêşgotinê da, ku Adara 2016an hatiye nivîsîn, ser edebîyata Kurdî dibêje jiber şert û mercên em têda ne, edebîyateka me ya zengîn e modern çênebûye, em hîn di destpêka da ne, em hîn di merheleya pêşîn da. 

Di dewamê da Abdullah İncekan dibêje, di zimanê Almanan da cumle dirêj dibin û dirêj dibin û car heye rûpelekê dadigirin, û dibêje her çiqas Kurmancî pir rê nade wan cumleyên pir dirêj jî wî li ber xwe daye ku ew bi wê ûsliba Rainer Maria Rilke hereket bike û wî wisa bi Kurmancî bide. 

Detayeka xweş e, Abdullah İncekan ê ji bavûkalan da li Almanya dimîne, dibêje wî piranîya mektûbên Rainer Maria Rilke li ber Behra Wanê tercûme kiriye û tebîeta wê hêlê taqet û quwet daye wî. 

Li hêla Behra Wanê, ji bo mêvanperwerîya Mamoste Henîfî û Mihemedê Panosî jî spasîyek nivîsîye Abdullah İncekan. Nola şiîrekê, lê bê sir û bê şîfre, pir bi Kurmancî û pir û pir eşkere.

Omer Faruk Baran

Ji Şairekî Ciwan Re Name - Rainer Maria Rilke, Werger: Abdullah İncekan, Weşanxaneya Nûbiharê - 2016 

Sular Divanı - İbrahim Halil Baran, Avesta Yayınları - 2020 

Malte Laurids Brigge’nin Notları - Rainer Maria Rilke, Çevirmen: Behçet Necatigil, Can Yayınları - 2022

The World of Yesterday - Stefan Zweig, Cassell And Company - 1947 

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê