Li Diyarbekir Sirgûn
Va xeleka bi destekên bloga Hindik-Rindik hatiye hazirkirin. Bloga Hindik-Rindik ji 2007a vir va bi îstiqrar û bi zimanekî zinar ji hêla Stockholm û Swêdê radigihîne. Jibo bi hezaran nivîsên ser heyatê li bloga Hindik-Rindik binêrin. Kirîna kitaban di van salên dawî da bi enflasyon û bi bihabûna zêde ra êdî bû karê koleksîyoneran hêdî hêdî. Sala 2023yan li Diyarbekir dema min çav li kitabeka Ahmet Hamdi Tanpınar zer kir û jiber bihabûna wê ew dîsa li şûna wê danî, min fehm kir ku îş xerab dibe, rewş giran dibe êdî. Wan salên unîversîteyê, wan salên 2010î min ti carî budçe ji kitaban nebirî çinku, lê ez çend sal in tevî halê xwe yê ji xwendekarîyê çêtir, mecbûr dibirim û di kirînê da pir dîqet dikim. Bi vê dîqetê car heye kitabên îşê min pê qedîyane radikim dibim sahafan û wan bi hinekên din ên bi min lazim ra diguherînim. Talîya Eylûla 2025an e edî, di destê min da çend kitabên bi Kurdî radibim darim Dicle Sahaf a nêzî sûrên Diyarbekir. Ekserî xanimek li di...