Li Diyarbekir Sirgûn

Va xeleka bi destekên bloga Hindik-Rindik hatiye hazirkirin. Bloga Hindik-Rindik ji 2007a vir va bi îstiqrar û bi zimanekî zinar ji hêla Stockholm û Swêdê radigihîne. Jibo bi hezaran nivîsên ser heyatê li bloga Hindik-Rindik binêrin.

Kirîna kitaban di van salên dawî da bi enflasyon û bi bihabûna zêde ra êdî bû karê koleksîyoneran hêdî hêdî. 

Sala 2023yan li Diyarbekir dema min çav li kitabeka Ahmet Hamdi Tanpınar zer kir û jiber bihabûna wê ew dîsa li şûna wê danî, min fehm kir ku îş xerab dibe, rewş giran dibe êdî. 

Wan salên unîversîteyê, wan salên 2010î min ti carî budçe ji kitaban nebirî çinku, lê ez çend sal in tevî halê xwe yê ji xwendekarîyê çêtir, mecbûr dibirim û di kirînê da pir dîqet dikim. 

Bi vê dîqetê car heye kitabên îşê min pê qedîyane radikim dibim sahafan û wan bi hinekên din ên bi min lazim ra diguherînim. 

Talîya Eylûla 2025an e edî, di destê min da çend kitabên bi Kurdî radibim darim Dicle Sahaf a nêzî sûrên Diyarbekir. 

Ekserî xanimek li dikanê dinêre, ew kitaban dikire difiroşe. Silavê lê didim, kitabên di destê xwe da datînim ser maseya wê û dibêjim ‘’Çend kitabên çeleng in, ka tu çi dibêjî..’’ 

Sahaf Xanim çavekî li kitaban dixe hema wa di ser ra. Ez ji wê îşareta pêşî ya ji çavên sahafan rind nas dikim, fehm dikim ku kitabên min ne kitabên bazara germ in, ne yên firotinê ne, kes wan pirs nake. 

Hinekî mehcûb, sewt-şikestî Sahaf Xanim dibêje ‘’Kes kitabên Kurdî nakire mamoste, di destê me da dimînin..’’

Dûra 200 lîreyan - 5 dolaran yanî - li çend kitabên min ên qalind dixe Sahaf Xanim û ez jî dibêjim ‘’Temam e, taqas e zaten, ezê li şûna wan hinek kitabên din bistînim..’’ 

Seba bazara kitabên bi Kurdî germ bibe hema berê li refên kitabên vî zimanî dinêrim, lê tiştekî min nexwendî û bi min lazim nabînim.

Dikevim rêza refên kitabên bi Tirkî, li dora van refan xwendekarên lîse û unîversîteyê hene. Çerx dibin, doş dibin, heqîqeten jî hema tenê bo meraqê be jî nêzîkî refên bi Kurdî nabin, heqekî didim Sahaf Xanimê. 

Ez jî çerx dibim, doş dibim ji refên bi Tirkî kitabeka ser antropolojîyê û yeka ser şair û nivîskarên sirgûn distînim li şûna wan kitabên min anîne danîne. 

Derdikevim ji Dicle Sahafê, diçim li Anıtparkê rûdinim. Berê çavekî li kitaba ser antropolojîyê dixim, dûra jî li kitaba ser şair û nivîskarên sirgûn dinêrim. 

Di kitaba ser şair û nivîskarên sirgûn da Leila Sebbar ya hêleka wê ji Cezayîrê ye dibêje ‘’Ji zû de ye ez êdî zimanê bavê xwe nabihîsim, ez li Fransayê me û li wî zimanî nagerim..’’ 

Disekinim, li dora xwe dinêrim li Anıtparkê, ji zû de ye ez êdî li Diyarbekir li Kurdî nagerim. 

Omer Faruk Baran

Sürgünlüğün Bin Yüzü - Sürgünde Edebiyatçılar, Feridun Andaç, Can Yayınları - 2003

PIRR TÊNE XWENDIN

Mektûba Guhdar O. û Deftera Çiyayê Sîpan

Mektûba Guhdar Mercan û Bextê Felekê