Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê

Çi gava xewa min nayê radibim makîneya firaqan dişixulînim. Dengê avê, di makîneyê da dengê guherîna cîye avê, carna dengê ketina firaqekê aramîyê didin min.

Îşev jî wer dibe, xew nakeve çavên min. Radibim derdora xwe top dikim, dibêjim qene nebe piçek din jî dibetilim. Qedeh, tebax, kase.. Di her odeyekê da tiştek, derim û têm, derim û têm, û makîne tijî dibe.


Pêlî qumçeya makîneyê dikim û mêze dikim ku îşareta parlaticiyê sor dibe, îşareta ji bo biriqandina firaqan. 

Oxxx dibêm ‘‘Îşekî din jî heye heta ku makîneyê bidim şixulandin, ezê piçek din jî biwestim û rehettir razim.’’

Derim ji bo biriqandina firaqan deterjanê tînim, dikim hundirê makîneyê, qapaxê digirim û didim şixulandin.

Ji dengê ewil da, ew dengê gava makîne dest pê dike û avê digire, ez sakîn dibim.

Derim balîfeka nerm û betanîyeka tenik tinîm, hema li nêzî makîneyê li ser qoltixê xwe dirêj dikim.

Dengê avê te, di nav makîneyê de dizivire, û hêdî hêdî çavên min têne girtin; dengê avê tê, makîne avê davêje ser firaqan û çavên min êdî girtî ne.

Êdî dengê avê naye, ez êdî ne li vê dînyayê me, ketime nav mirî û saxan, di xew da me.

Guhdar D. 

PIRR TÊNE XWENDIN

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe