Kayıtlar

Qedrî Sipranî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Li Sefereka Havînê Şiîreka Qedrî Sipranî

Resim
Şeveka serê Agustosa 2025an e, kelekela Temûz Tebaxa havînê yîn hîn, hîn dinê honik nebûye. De, da ez germê bîr bikim parîyekî, ji kitaba nav ‘‘Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha’’ li şiîrên Qedrî Sipranî dinêrim. Dixwînim çend şiîran, bes çito ku li cîhên qelebalix xulqê min zû teng dibe û ez hema dixwazim ji wir dûr bikevim, di kitabên şiîran da jî gava şiîr zêde bin, zêde zêde bin ji kitabê sar dibim û hema dixwazim jê dûr bikevim. Navê kitabê ‘‘Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha’’ ye ya Qedrî Sipranî, kitab bi navê xwe nîşan û îşareta tek şiîreka dirêj dide, lê tu dibêjî qey seferberîya şiîran e, nizam çend û çend şiîr ketine wê. Belkî tesîra germa pir e, ku çar şiîr bin jî di kitabê da, ez wan nola ku çil û çar şiîr bin, dibînim. Di vê tengezarîyê de şiîreka Qedrî Sipranî bala min dikişîne, şiîreka ku xwe du sê caran li ser hev dide xwendin. roja ‘îdê li qada Şêx Seîdê Palo û pola nola heyfa hezar salan bigrî ji dijmin û pîsdola serpêşîyê bikişîne erdê bihejîne bi meqabsola Navê şiîrê piştî xwend...