Li Sefereka Havînê Şiîreka Qedrî Sipranî

Şeveka serê Agustosa 2025an e, kelekela Temûz Tebaxa havînê yîn hîn, hîn dinê honik nebûye. De, da ez germê bîr bikim parîyekî, ji kitaba nav ‘‘Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha’’ li şiîrên Qedrî Sipranî dinêrim.


Dixwînim çend şiîran, bes çito ku li cîhên qelebalix xulqê min zû teng dibe û ez hema dixwazim ji wir dûr bikevim, di kitabên şiîran da jî gava şiîr zêde bin, zêde zêde bin ji kitabê sar dibim û hema dixwazim jê dûr bikevim.


Navê kitabê ‘‘Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha’’ ye ya Qedrî Sipranî, kitab bi navê xwe nîşan û îşareta tek şiîreka dirêj dide, lê tu dibêjî qey seferberîya şiîran e, nizam çend û çend şiîr ketine wê. Belkî tesîra germa pir e, ku çar şiîr bin jî di kitabê da, ez wan nola ku çil û çar şiîr bin, dibînim.


Di vê tengezarîyê de şiîreka Qedrî Sipranî bala min dikişîne, şiîreka ku xwe du sê caran li ser hev dide xwendin.

roja ‘îdê li qada Şêx Seîdê Palo û pola
nola heyfa hezar salan bigrî ji dijmin û pîsdola
serpêşîyê bikişîne erdê bihejîne bi meqabsola

Navê şiîrê piştî xwendina şiîrê ferq dikim: Îra Nejra Ob Ij. Şairê Amedî Qedrî Sipranî ji bo şairê Nisêbînî Arjen Arî nivîsîye. Tam dixwînim.

şairê gewre
li ser serê me
mij û moran û ewr e
ka rabe bimeşe bi me re
roja ‘îdê li qada Şêx Seîdê Palo û pola
nola heyfa hezar salan bigrî ji dijmin û pîsdola
serpêşîyê bikişîne erdê bihejîne bi meqabsola

Qedrî Sipranî nola gelek şairên piştî salên 1990î hatine dinê û ekserî li dû 2010an eserên xwe derxistine, di eslê xwe da di lêgerînekê da ye.

Li rebbil alemînekî digere şair, rebbîl alemînekî wisa ku bi xwe ra bibîne li hinekan were xezebê, li şûjinekê digerê, li şûjineka wisa ku ew berê wê bide wan kesên ji çîyayan hez dikin lê li deştan dimeşin, li dilekî digere, li dilekî wisa ku hez bike him ji çekê him ji çîçekê.

Çinku ji serê sedsala 20an ta heta salên 2020î bi tekrar li ser tekraran şikestina miletî gihiştîye sed salî û şair mecbûr maye bi lêgerînê, rêyeka nû, gotineka nû bibîne ser vî halî.

Loma di şiîra Qedrî Sipranî da, ewa bi mij û moran û ewr, bang û gazîya şair dîsa bo şairekî ye ku ew rabe rêberîyê bike. Çinku li hember pîsdola, ne sîyaseta sewt-sexte, lê ancax dilê durist ê şairekî dikare dîndarên wek Şêx Şeîdê pola û sekuler û sosyalîstên wek meqabsola bicivîne jibo qedera miletekî.

roja ‘îdê li qada Şêx Seîdê Palo û pola
nola heyfa hezar salan bigrî ji dijmin û pîsdola
serpêşîyê bikişîne erdê bihejîne bi meqabsola

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê