Mektûba Guhdar Hemîd û Şevên Hîv Jê Çûne
Sal 2024 bû, rojeke havînê, Xwedê li ser platforma Snapchatê gulek derxist pêş min. Gula gul, ez şibandim merîyekî xwe û di ser wî ra henekên xwe bi min kirin lê di dawîyê da dî ku kesê ku pê henekê xwe dike ne merîyê wê ye, lêborîn û afa xwe xwest û çû.
Qasî heftakî din ji min ra snepek şand gulê, min jî ew snep eciband û me dest bi şor û sohbetê kir. Lê roj bi roj rewş hinekî din guherî û dilên me li hevdu germ bûn. Roj mîna saetan kin dihatin bi me, saet mîna deqîqeyan, deqîqe mîna sanîyeyan.
Sibehan bi rojbaşan destpê dikir sohbeta me û heta şevan nîvê şevan şevbaş dihat dewam dikir. Sohbeta li ser telefonê têrê nedikir êdî, em hesreta wê rojê bûn ku em rû bi rû hevdu bibînin, dilên me dikelîyan.
Çawa bû nizanim, çavên felekê kor bin piştî demekê mala wê hinek problem derxistin ji vê sohbeta me ra û bendên mezin danîn pêşîya me.
Lê heta ku? Rojekê wê got çare veqetîn e, xwest ji min veqete. Min nexwest ez bend û barên wê girantir bikim û em ji hev veqetîyan. Bi veqetînê ra, hêsir mîna baraneka şên a rojeka Nîsan ji çavên min barîyan. Çare veqetîn bû, feqet dil birîndar bibû, dil nexweşê gulê bû êdî.
Her şev, hema her şev min jê ra digot ‘‘Tu hîvê dibînî?’’, ‘‘Erê’’ digot wê, min jî digot ‘‘A tu ji wê hîvê çelengtir î ha..’’
Bi veqetîna wê ra hîva min a şevan çû, rojên tarî destpê kirin. Rojekê roj hindik mabû here ava, ez ji mal derketim ku herim xwe li çarşîya Mûşê xim. Min xwest him bimeşim, him jibo dermanê dilê xwe hinekî bifikirim. Mîna ku di xewnan da bûm, bi vî awayî dimeşîyam û li gula xwe ya di rengê hîvê de digerîyam.
Keçikeka biçûk derket pêş min û mîna ku ez ji xewa li ser nigan şîyar kirim. Kenê gulê hat bîra min û hêsir hatin ji çavê min. Keçika biçûk wenda bû. Min bêrîya zarokan kiribû, min çiqas bêrîya gula xwe ya xwînşêrîn kiribû.
Ez li çarşîyê Mûşê li benda êvarê mam ku hîvê bibînim dîsa. Hîv tunebû êdî, ez bi tena serê xwe, di nav kul û birînan da fetisî û gula min ji min dûr, ez dibêjim qey çilmisî.
Guhdar Hemîd